Li Êlihê deriyê buroya hilbijartinê ya AKP'ê hat girtin
Li Êlihê, di pevçûna ji ber krîza rêza namzetiyê ya namzetên AKP'ê de kesek miribû. Li pêşiya buroya hilbijartinê ya AKP'ê ku ji 23'ê Nîsanê û vir ve girtî ye, polîsên fermî disekinin.
Li Êlihê, di pevçûna ji ber krîza rêza namzetiyê ya namzetên AKP'ê de kesek miribû. Li pêşiya buroya hilbijartinê ya AKP'ê ku ji 23'ê Nîsanê û vir ve girtî ye, polîsên fermî disekinin.
Li Êlihê, di pevçûna ji ber krîza rêza namzetiyê ya namzetên AKP'ê de kesek miribû. Li pêşiya buroya hilbijartinê ya AKP'ê ku ji 23'ê Nîsanê û vir ve girtî ye, polîsên fermî disekinin. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê jî ku li bajêr bê navber xebatên xwe yên hilbijartinê dewam dikin, rastî eleqeyeke mezin tên.
Piştî ku AKP li Êlihê veguherî partiya tabelayê, HDP ji bo derxistina 4 parlamenteran garantî bike, xebatên xwe bê navber dewam dike. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan û Ayşe Acar Başaran di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de sîstema Batman Sanayî geriyan. Di serdanê de tevî Hevşaredar Gulîstan Akel, rêveberên HDP û DBP'yî û Serokê Desteya Rêveberiya Pîşesaziyê ya Êlihê Medenî Taş amade bûn.
Namzetan 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kirin û di sohbeta xwe ya bi esnafan re destnîşan kirin ku ji bo aştî û aramiyeke mayînde çi ji destê wan bê ew ê bikin.
Namzetên HDP'ê û heyeta pê re dûre dikandar û karkerên li Pîşesaziya Biçûk a Êlihê ziyaret kirin. Namzet wê danê êvarê jî beşdarî bernameya danasînê ya li bajarokê Balpinarê bibin.