Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê, komkujiya ku çeteyan li gundê Îştebrak ê li ser sînorê Hatay-Sûriyeyê şermezar kir û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bidin, çalakiyan lidar bixin û pêşî li komkujiyên nû bigirin.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê got, "Em mirovên di komkujiya Elewiyan a çeteyên El Nûsra li gundê Îştebrak ê li ser sînorê Hatay-Sûriyeyê pêk anîn de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û êşa gelê xwe parve dikin. Di serî de Elewî em bang li hemû bawermendan, gelên êşa komkujiyê kişandine û demokratan dikin ku xwedî li Elewî û gelên li Sûriyeyê bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne, derkevin."
Komîteyê ragihand, ku li êşa Elewiyan a di herikîna dîrokê de ji ber nasname û baweriya xwe gelek caran li komkujiyan rast hatin, bi kuştina hovane ya bi dehan mirovên bê guneh ên Elewî yên li gundê Îştebrak ê li ser sînorê Sûriye-Hatayê re, êşeke nû zêde bûye û got, "Civata Elewî ku ji ber bawerî û rêbaza xwe ya jiyanê gelek caran li komkujî, qirkirin û sirgûnê rast hat, vê carê jî bi êrîşên çeteyên El-Nûsra û DAIŞ'ê yên dijminê çand û baweriyane, rû bi rû maye.
Ev çeteyên ku li Rojava, li Şengalê gelek caran komkujî kirine ji aliyê hêzên YPG û YPJ'ê ve bi berxwedaneke mezin hatine rawestandin û têkbirin. Ev çeteyên dijminê mirovahiyê yên êrîşî gel û baweriyên bêparastin dibînin dikin, vê carê jî li gundê Îştebrakê mirovên bê parastin qetil kirine. Ev çeteyên dixwazin bi hovîtiyê re encamekê bi dest bixin, hewl didin rê li ber pevçûna navbera çand, ol û mezheban vekin û bi vî rengî gelan bikin dijminê hev."
Komîteyê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Cihê gumanê ye ku li pêşberî vê komkujiya li ser sînorê Tirkiyeyê dewleta Tirk û çapemeniya wê bêdeng maye" û ev xal destnîşan kir: "Vê bêdengiyê careke din nîşan daye ku çeteyên terorê DAIŞ û El Nûsra yên dijminê mirovahiyê ne, ji aliyê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ve tên destekkirin. Nêzîkatî û zimanê rayedarên AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan li dijî gel û baweriyan bikar tînin, di destê van çeteyan de dibin çek û bi vî rengî gel û baweriyan qetil dikin. Dewleteke ku li Roboskî û sînorê Efrînê Kurdên xizan ên ji bo heqê nanekî qezenç bikin bazirganiya sînor dikin an jî pezên xwe diçêrîne di bin navê ewlekariya sînor de qetil dike, ne pêkane ku amadekariyên komkujiyê yên çeteyan ên li sînorê Hatayê nedîtibe. Hikûmeta AKP'ê ya ku li ser sînor bi her awayî derfetê dide çeteyên dijminê mirovahiyê, hevkarê vê komkujiya hatiye serê Elewiyan e.
Ji bo careke din li komkujiyên bi vî rengî rast neyên em bang li gel û baweriyan dikin ku hêzên parastina cewherî birêxistin bikin û xwe biparêzin. Bi taybetî jî Elewiyên gelek caran li komkujiyan rast hatine pêwîstiay xwe bi rêxistinbûyîna parastina cewherî heye. Êdî dem hatiye civata Elewî li her qadê xwe birêxistin bike û li qada siyasetê jî bi nasnameya xwe cih bigire. Divê Elewî zanibin ku ji bilî hêza wan a cewherî ti hêzên karibin hebûna wan biparêzin nîne. Yên ku heta niha di bin navê laîktî, demokrasiyê de Elewî îstîsmar kirin û weke depoya dengan dîtin, berpirsyarê bêrêxistinbûyîna Elewiyan e. Yên naxwazin Elewî bi nasnameya xwe bijîn, naxwazin Elewî bibin hêzeke rêxistinbûyî û ev yek jî Elewiyan ji bo xeteriyên gengaz dike hedef.
Gelekî girîng e gelê me yê Elewî yê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bîr, bawerî û hestên xwe ku cewhera baweriya wan e tevbigerin, xwedî li bawerî, nirx û mirovên xwe derkevin. Di serî de Elewî û Misilmanên bi ruhê Îslama Medîne dijîn, em bang li her kesên demokrat û welatparêz dikin ku li dijî komkujiya li gundê Îştebrakê helwestê nîşan bidin, li her cihê lê ne çalakiyan lidar bixin, nerazîbûnê nîşan bidin û pêşî li komkujiyên nû bigirin."