'Bi eşqa çiyê em 1'ê Gulanê roja berxwedanê li gelan pîroz dikin'

Gerîlayên PKK'ê destnîşan kirin ku 1'ê Gulanê ji bo wan rojeke berxwedanê ye û heta bidestxistina hemû mafên gelên bindest, karker û kedkaran ew ê xwedî li vê rojê derkevin.

Gerîlayên PKK'ê destnîşan kirin ku 1'ê Gulanê ji bo wan rojeke berxwedanê ye û heta bidestxistina hemû mafên gelên bindest, karker û kedkaran ew ê xwedî li vê rojê derkevin. 

Gerîlayan 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran ji ANF'ê re nirxandin.

'PKK TEVGEREKE KEDÊ YE'

HAMZA AMED: 1'ê Gulanê roja kedkaran e. PKK jî tevgereke kedê ye. Tevgera PKK'ê tevgereke karkeran e û ji ber vê yekê 1'ê Gulanê ji bo me rojeke girîng e. Beriya tevgera PKK'ê 1'ê Gulanê dihat pîrozkirin, lê belê ne fermî bû. Lê belê dewlet û hikûmeta ku li hemberî PKK û têkoşîna tevgerên şoreşger cih lê teng bû, neçar ma weke cejneke fermî qebûl bike. Her kes dizane ku ev maf bi têkoşîna PKK û hêzên demokratîk hatiye qezençkirin.

'PKK WEKE NÛNERÊ BINDESTAN TÊDIKOŞ E'

ADÎL SERHAT: Ji bo fêmkirina vê rojê, divê mirov li wateya PKK'ê binêrin. Ji ber ku PKK tevgereke ku karker, kedkar û hemû gelên bindest xwe tê de îfade dike ye. Em tevgereke ji bo parastina mafên hemû derdorên bindest têdikoş in. Di îlankirina 1'ê Gulanê weke cejna fermî de, nabe ku têkoşîna PKK'ê neyê dîtin. PKK ji roja derketinê heta roj îro her tim weke nûnerê derdorên bindest têkoşiya ye. Berxwedana bi pêşengiya PKK'ê li Kobanê û Şengalê derket holê, ji bo zindîbûna hêzên şoreşger, zemîn û qadek afirand. PKK'ê têkoşîna şoreşgerî ya di salên 70'yî de derket dewir girt, bi pêş xist û gihand heta roja îro.

'PKK BÛ DENGÊ BINDESTAN'

AZADÎ ÛMÛT: 1'ê Gulanê ji bo me rojeke watedar e. Derketina PKK'ê bûyîna dengê hemû gelên bindest bû. Ji ber ku PKK tevgereke ji nava gel e. Lewma ne tenê Kurd ji bo hemû bindestan bû bingeha rêxistinbûyînê. Qadeke ku ji her derdorê mirov lê civiyane. Li ser vê bingehê divê hemû karker xwedî li keda xwe derkevin û rêxistinbûyÎna xwe bilind bikin. Ji vir em cejna karker û kedkarên cîhanê pîroz dikin."

'GERÎLA JI NAVA KEDÊ TÊ'

MIZGÎN MARÎNOS: 1'ê Gulanê ne tenê cejna karkeran e, di heman demê de roja berxwedana hemû gelên bindest e. Ji ber ku karker beşek ji gelên bindest e. Weke tevgereke gerîla em jî ji çîna karker tên û em ji nava van derdorên bindest derketin holê. Lewma 1'ê Gulanê ji bo me rojeke gelekî girîng e. Ji ber vê yekê em xwedî li vê rojê derdikevin û li cem karker û kedkaran em cih digirin. Hêvîdarim ku hemû bindest wê di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de xwe birêxistin bikin û têkoşînê xurt bikin.

'PKK DIJDERKETINA LI TALANKIRINA KEDÊ YE'

KÛRTAY KARA: Ji bo me wate û girîngiya 1'ê Gulanê mezin e. Tevgera me jî tevgereke kedkar e. Em girîngiyeke mezin didin 1'ê Gulanê û xwedî lê derdikevin...Ji aliyê Rêberê me ve tevgereke kedê hat afirandin û em bûn dengê bindestan. PKK dijderketina li talankirina kedê ye. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer ji malbateke kedkar a Tirk dihat û ew bi xwe jî kedkar bû. Ji ber vê yekê di nava vê tevgera li dijî mêtîngeriyê de cih girt. Tiştekî ku partiyên sîstemê bide çîna karkeran nîne. Yekane alternatîf HDP ye ku hewl dide bibe dengê bindestan. Divê li cem HDP'ê ji bo pêşerojeke azad û wekhev têkoşîn were xurtkirin.

'EM TEVGEREKE GERÎLA YA LI DIJÎ MÊTÎNGERIYA SERMAYEYÊ NE'

RONÎ MÛNZÛR: Beriya her tiştî roja berxwedanê hemû kedkar û bindestan pîroz dikim. Em tevgereke ji nava kedê derketine û ti carî em ji vê zemînê qut nebûn. Di roja îro de jî em tevgereke ku li dijî polîtîkayên guhertina neolîberalîzm û kapîtalîzmê yên hikûmetê têdikoşin e. Hêzeke gerîla ya îro li hemberî mêtîngeriya sermayeya navneteweyî têdikoşe heye... Bi vê wesîleyê ez 1'ê Gulanê li hemû rêhevalên li Şengal û Rojava di çeperan de ne pîroz dikim. Bi mezinbûna vê têkoşînê re Rojhilata Navîn wê ji tarîtiyê rizgar bibe û bigihêje ronahiyê.

'HERÎ ZÊDE GERÎLA BI QÎMETA KEDÊ DIZANE'

CÛDÎ BATMAN: 1'ê Gulanê roja berxwedanê ji bo me gelekî girîng e. Em tevgereke ku mirovên ji derdorên cuda xwe di nav de îfade dikin e. Lewma em hewl didin bibin dengê bindestan. Em tevgereke ku parastina mafê hemû bindest û kedkaran ji xwe re esas digirin e. Tevgereke ji nava kedê derketine, xwe bi kedê mezin kiriye û bi pêş xistiye. Jiyana gerîla bi tena serê xwe kedeke mezin e. Têkoşîna li Kurdistan û Rojhilata Navîn kedeke. Û yên herî baş vê nîşan didin jî gerîla ne. Ji ber vê yekê gerîla yên herî zêde bi qîmeta kedê dizane ye. Herî zêde em ê xwedî li kedê derketin. 1'ê Gulanê li hemû bindestan pîroz dikim.

...