Cenazeyê Şervanê YPG'ê Serdar Çîçek (Adîl Gever) ê ku li Hesekê jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan li bajaroka Xirvate ya Geverê hate definkirin. Piştî karên definkirinê li navenda navçeyê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Serdar Çîçek (Adil Geverê) ê ku li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê yên li Amedê anîn Gever. Cenazeyê Çîçek li ser Pira Şakîtan ji aliyê girseya di nav de namzetên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê cenaze birin mizgefta Xirvateyê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Çîçek ji aliyê girseyê ve hate wergirtin û bi meşê ber bi goristanê ve birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Çîçek, gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, alên PKK, KCK û YPG'ê hatin hilgirtin û dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedan Kobanê" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
Cenazeyê Çîçek li goristanê bi dûayan hate definkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat, sirûda "Ey Reqîp" hate xwendin. Piştre nûnerê MEYA-DER'ê Cengîz Ortaç axivî û wiha got: "Şehîd mertebeya gelekî ya herî bilind e. Em ê heya dawî xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin."
'BERXWEDÊRÊN KOBANÊ HEWESÊN AKP'Ê DI QIRIKA WAN DE HIŞTIN'
Hevseroka KCD'ê û Namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî diyar kir ku ew ê her tim di rêya şehîdan vekirin de bimeşin û wiha got: "Şehîdên me di dîroka Kurdistanê û dilê em de dijîn. Hêvî dikim ku ev şehîdê me yê dawî be. Şehîdên me ji bo azadî û pêşeroja me canên xwe feda kirin. Peywira me jî ew e ku em xwedî li bîranînên wan derkevin."
Li ser navê malbatê jî Pismamê Çîçek Mehmet Çîçek axivî û wiha got: "Şehîd ê hemû Kurdistanê ye. Ez ji kesên piştgiriya partiyên pergalê dikin dikim, êdî bibînin. Bi saya van şehîdan êdî çavên xwe vekirin û piştgiriyê bidin partiya xwe."
Piştî axaftinan girse ji goristanê derket. Li bajarok wê 3 rojan sersaxî bên qebûlkirin.
POLÎSAN DÎSA PEVÇÛN DERXIST!
Di dema merasîma cenaze dihate kirin li navenda navçeyê gelek polîs bi wesayîtên zirxî li Duryana Girtîgeha Kevin hatin bicihkirin. Ciwanan bertek nîşanî vê yekê da û polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş li ciwanan kir. Ji ber bombeyên gazê yên zêde esnafan dikanên xwe girtin.
Polîsan bi wesayîtên zirxî ketina navçeyê girtin û li Kolana Cengîz Topel pevçûn didomin.