Ji gerîlayên li Kerkûkê banga 1’ê Gulanê -BI DÎMEN E-
Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên li Kerkûkê, 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiyê pîroz kirin û bang li kedkarên Kurdistan û cîhanê kirin ku xwedî li keda xwe derkevin.
AZAD SERXWEBÛN / ANF
KERKÛK
pêncşem, 30 avrêlê 2015, 13:27
Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên li Kerkukê, 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiyê pîroz kirin û bang li kedkarên Kurdistan û cîhanê kirin ku xwedî li keda xwe derkevin.
DIVÊ DI BANÊ HDP’Ê DE BÊN CEM HEV
Adil Botan ê HPG’î got: “Destpêkê ez 1’ê Gulanê li hemû gelê Kurd û mirovan pîroz dikim. Rastiya PKK’ê jî li ser rêxistina kedê hatiye avakirin. Tişta ku pergala emperyalîst dixwaze bike, ev e ku hemû nirxên hevbeş ên mirovahiyê bike bin kontrola xwe û bike bin sermayeya xwe. Li dijî vê ji bo seknek saxlem bê nîşandan, bûyîna hêzeke xurt, di yekbûna hevbeş a hemû kedkaran de derbas dibe.” Botan bang kir ku divê hemû hêzên ked û demokrasiyê di bin banê HDP’ê de bên cem hev.
BI HEZARAN SALANE KEDA MIROVAHIYÊ HAT WÊRANKIRIN
Gerîlaya YJA-STAR’ê Sarya Kobanê wiha got: “Ez cejna Rêberiya me, hemû gelê Kurd û rêhevalên xwe yên li mewziyan şer dikin, pîroz dikim. Bi hezaran salane keda mirovahiyê tê wêrankirin. Ji ber vê banga me ji bo hemû kedkaran ev e; Divê xwedî li keda xwe derkevin, di 1’ê Gulanê de derkevin qadan û vê bînin ziman. Her wiha bi vê munasebetê ez hemû şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bibîr tînim.”
EM WEK PKK HER TIM LI GEL KARKER Û KEDKARAN E
Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Sîpan jî 1’ê Gulana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel pîroz kir û wiha pê de çû: “Em wek PKK her tim ligel karker û kedkarane. Em bang li hemû aliyên gel dikin ku xwedî li 1’ê Gulanê derkevin û bilind bikin. Xwedîderketina li 1’ê Gulanê, xwedîderketina li mirovahiyê ye. Xwedî derketina li 1’ê Gulanê, xwedî derketina li Denîz, Mahîr û Îbrahîman e.”
Gerîlayê HPG’ê Zêwer Başûr jî wiha got: “Ez cejna Rêbertiya me, hemû rêhevalên xwe, gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikim. Wek tê zanîn partiya me partiyek kedê ye.Banga me ya ji bo gelê Başûr eve; Divê hemû ciwan, jin xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ez hemû kesî dawetî nav refên gerîla dikim.”