4 kes hatin binçavkirin, kesek hat girtin
Bi nêzîkbûna hilbijartinan re hêzên dewleta Tirk pêla binçavkirin û girtinan dewam dikin. Li navçeyên Îpekyolû û Artemêtanê 4 ciwan hatin binçavkirin. Li Kerboranê jî kesek hat girtin.

Li Wanê polîsan danê sibehê li navçeyên Îpekyolû û Artemêtanê bi ser gelek malan de girtin û ciwanên bi navê Mazlum Abî (19) û N.A. (17) û du ciwanên navê wan nehatin zanîn binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehate zanîn û 4 kes birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.
Li taxa Bahçebaşi ya navçeya Mêrdîn Kerboranê jî jina ciwan a bi navê Nesrîn Aydogdû (21) a ku hatibû binçavkirin sewqî edliyeyê hate kirin.
Aydogdû piştî karên îfadeyan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Sulh Ceza ya Kerboranê hate kirin û bi hinceta "Endama YDGK-H'ê" hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyadê.