Nasnameya 3 pakrewanan hat aşkerakirin
Nasnameyên 3 şervanên YPG’ê ku di dîrokên cuda de li herêmên Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

Navenda Ragihandina YPG’ê di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand û nasnameyên 3 cangoriyên azadiyê aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“3 Rêhevalên me ku di şikandina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li kantonên Kobanê û Cizîrê de rolek girîng lîstin tevlî nava karwanên şehîdan bûn.
Şoreşa Rojava bi saya xwîna şehîdan fedakarî û berxwedana gel û şervanên azadiyê di asta serketinê de rû bi rû ye. Roj bi roj şoreşa mirovahiyê navê xwe li ser rûpelên dîrokê dinivîse. Şopdarên rêya Arîn Mîrxanan û Diyar Bagokan û bi hezaran pakrewan îro gulên çilmisî û bêav mane bi xwîna xwe ya pak av didin û vejîn dikin.
Di şexsê her sê şehîdan de em tevahî şehîdên Şoreşa Azadiyê bibîr tînin û bi rêz bejna xwe li hemberî giyana wan ditewînin. Soza şopdariya rêya şehîdan erka me ya sereke ye.”
Nasnameya şervanên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
Xelîl Yilmaz ê bi nasnav Çekdar Baran li Çelê ya Colemêrgê ji dayik bûye. 06.10.2014’an li Cezaa jiyana xwe ji dest da.
Herdem Cahîd, 08.04.2015’an li gundê Çelebî yê girêdayî Kantona Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Adil Amed, 30.04.2015’an li Sewamiaa Rovî ya girêdayî Kantona Kobanê jiyana xwe ji dest da.