'Mîratgirên Denîzan li refên têkoşînê cih digirin'
Gerîlayan di salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de destnîşan kirin ku PKK mîratgira herî xurt a Denîzan e.
Gerîlayan di salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de destnîşan kirin ku PKK mîratgira herî xurt a Denîzan e.
Gerîlayan di salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de destnîşan kirin ku PKK mîratgira herî xurt a Denîzan e.
Di salên 70'î de bi bandora şoreşgeriya li tevahiya cîhanê re gelek tevgerên çep û şoreşger derketin holê. Di vê demê de ciwanên Tirkiyeyê jî pêngaveke girîng avêtin, mezin bûn. Di vê demê de hin kesayetên şoreşger derketin pêş. Rejîma li Tirkiyeyê xwest vê pêngava çep û şoreşgerî bitepisîne û kesayetên şoreşger û lîderên vê pêngavê tine bike. Ji bo vê jî darbeya leşkerî kir û gelek şoreşger girt. Ji şoreşgerên hatin girtin Denîz Gezmîş û rêhevalên wî Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ji aliyê rêveberiya cûnta ya faşîst ve mehkûmî îdamê hatin kirin. Di 6'ê Gulana 1972'an de her sê şoreşger li Girtîgeha Ûlûcanlarê hatin îdamkirin.
Gezmîş, Înan û Aslan mîna her sal îsal jî li qadên gerîla hatin bîranîn. Gerîlayan destnîşan kirin ku bîranîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan li çiyayên Kurdistanê zindî ye û der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
'XWESTIN ŞOREŞA LI TIRKIYEYÊ TINE BIKIN'
Gerîla Denîz Elîşêr anî ziman ku cûntaya faşîst li hemberî Denîz Gezmîş û rêhevalên wî plana tinekirinê xist dewrê û got, "Tevgerên çep û sosyalîst di nava pêngaveke şoreşgerî de bûn, têkoşîna çekdarî weke rêbazekê hatibû rojevê. Li hemberî vê yekê, desthilatdariya faşîst bi erka ji hêzên emperyalîst wergirtî re bersiv da tevgerên çep û sosyalîst û xwest lîderên wan tine bike. Tişta ku bi darvekirina her sê şoreşgeran re xwestin bikin, tesfiyekirina têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê bû."
Elîşêr anî ziman ku li hemberî vê bersivên tund hatine dayîn û destnîşan kir ku di şert û mercên wê demê de Mahîr Çayan û hevalên wî bersiveke tund dane. Elîşêr diyar kir ku gelên Tirkiyeyê vê mîrateyê dibîne û di hiş û bîra xwe de radigire.
'TEVGERA PKK'Ê MÎRATGIRA DENÎZAN E'
Gerîla Alî Amed jî da xuyakirin ku tevgera PKK'ê ya mîratgira Denîz Gezmîş û hevalên wî ye û got, "Tevgera çep û şoreşger a Tirkiyeyê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê her tim di nava piştevaniyê de bi têkoşîneke paralel bi pêş ketine. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, xeta Denîz Gezmîşan dewam dikin.
Gerîla Asmîn Dara bibîr xist ku ji dema damezrandina PKK'ê û heta niha gelek şoreşgerên di nava çep a Tirk de cih girtine hene û anî ziman ku Kemal Pîr û Hakî Karer mînakên herî zelal ên vê yekê ne. Dara anî ziman ku li nava refên PKK'ê îro gelek şoreşgerên Tirkiyeyî hene.
'HEVGIRTINA LI SER NAVÊ ŞOREŞÊ WÊ BI HDP'Ê RE BIBE'
Denîz Elîşêr diyar kir ku pêvajoya şoreşê hatiye asta hevgirtinê û got, "Ev hevgirtin bûye havênê şoreşa Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn. HDP ku berhema nêzîkatiyeke afirîner e di vê demê de firsendeke girîng e. Derdorên li ser navê şoreşê, li ser navê demokrasiyê têdikoş in, ev yek ji bo wan firsendeke girîng e. Divê baş were bikaranîn. Ji ber ku pêvajoya em dijîn, pêvajoyeke ji rêzê nîne. Pêvajoyeke şoreşgerî ye. Yên ku heta niha nikarîbûn dengê xwe bidin bihîstin di nava HDP'ê de temsîla xwe dîtin. Hemû bindestan vîna xwe di nava HDP'ê de dîtin. Ev yek rêya herî baş a xwedîderketina li mîrateya şoreşgerî ye. Bi vî rengî ancax li mîrateya Denîzan dikare xwedî were derketin. Dikarin tevkariyê li mezinbûna HDP'ê bikin."