Li Xinisê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
Ji 7 kesên li navçeya Xinisê ya Erziromê roja 2'yê Gulanê hatin binçavkirin, bi biryara dadgehê serbest hatin berdan, ji ber îtîraza dozger careke din hatin binçavkirin 2 jê zarok 5 kes hatin giritn.
Ji 7 kesên li navçeya Xinisê ya Erziromê roja 2'yê Gulanê hatin binçavkirin, bi biryara dadgehê serbest hatin berdan, ji ber îtîraza dozger careke din hatin binçavkirin 2 jê zarok 5 kes hatin giritn.
Ji 7 kesên li navçeya Xinisê ya Erziromê roja 2'yê Gulanê hatin binçavkirin, bi biryara dadgehê serbest hatin berdan, ji ber îtîraza dozger careke din hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin.
Li taxên navçeya Xinis a Erziromê polîsan roja 2'yê Gulanê bi ser gelek cih û malan de girtin û di encamê de 7 kes binçavkirin. 7 kesên hatin binçavkirin, bi biryara dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Lê ji ber îtîraza dozger 7 kesên serbest hatin berdan careke din hatin binçavkirin. 2 jê zarok bi giştî 5 kes hatin girtin. Kesên bi navê Esat Kukukkarga, Berzan Kuşaslan, Melîk Sari, Hafiz Yilmaz û Murat Erkan bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” û “ziyan dane malê gelemperiyê” hatin girtin. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Erziromê.
7 kesên hatin binçavkirin roja 23'yê Nîsanê ji ber bûyerê piştî leşker û polîsên Tirk destûr nedan cenazeyê şervanê YPG’ê Îlham Guzeller (Şoreş Xinis) bînin navçeyê, rû dan, hatin binçavkirin.