Girtina siyasetmedarên Kurd li Elbakê hat protestokirin

Girtina 5 siyasetmedarên Kurd li navçeya Wan Elbakê bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Girtina 5 siyasetmedarên Kurd ku pêr li navçeya Wan Elbakê ji ber nerazîbûna gel a li hemberî AKP'yiyan hatin binçavkirin, bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. Di dema dayina daxuyaniyê de Hevseroka DBPê ya Bajêr Hamiyet Şahîn, Hevserokê HDP'ê yê Wanê M. Veysî Dîlekçî, Hevserokên HDP'ê yên Elbakê Gulîstan Orhan û Daştan Şîmşek, Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Zelal Zehra Ayhan, Hevşaredarên Elbakê Aynûr Tarhan û Îhsan Guler, endamên MEYA-DER, KJA, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Meclîsa Şaredariyê tevî girseyeke qelebalix amade bûn. Girseya gel a li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê civiya, heta Kolana Kadîr Sarûhan meşiya û dirûşmên "Zextên AKP'ê wê nikaribin bi me", "Bijî biratiya gelan" û "AKP wê hesap bide gel" qîriya.

Li Kolana Kadîr Sarûhan Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn li ser navê girseyê daxuyanî da çapemeniyê û xwest her pênc siyasetmedarên hatine girtin, tavilê werin berdan. Şahîn da xuyakirin ku berpirsyarê hemû çalakiyên provokatîf ên dema hilbijartinê wê AKP be û got, "Erdogan ê ku pêvajoya aştiyê ya li Îmraliyê ev 3 sal in bi israr tê meşandin sabote dike, niha ji bo HDP'ê di binê benda hilbijartinê de bihêle, li hemberî gelê me şer îlan kiriye." Şahîn got, "Eger hevalên me neyên berdan wê gel bi awayekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bide."

Daxuyaniya çapemeniyê bi qîrîna dirûşmên "Zext nikarin bi me" bi dawî bû.