Îlboga yê li Tendurekê birîndar bû, hat binçavkirin

Nûnerê MEYA-DER’ê yê Agiriyê Cenap Îlboga ku di operasyona leşkerî ya li Tendurekê de birîndar bû û ev meheke dihat dermankirin, piştî ji nexweşxaneyê hat derxistin, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Di 11’ê Nîsanê de li navçeya Giyadîn a Agiriyê,  welatiyan xwestibûn ku biçin daran biçînin. Nûnerê MEYA-DER’ê Cenap Îlboga ku  bi hevserokê Giyadê yê berê yê HDP’ê Cezmî Budak re, ji bo amadekariyan di saetên zû yên sibehê de çû, rastî gulebarankirina leşkeran hatin. Cenap ku ji 11’ê Nîsanê de ye li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiğyê ya Herêma Erziromê tê dermankirin, vê sibehê hat derxistin û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Îlboya bi hevkariya du xizmên xwe ji nexweşxaneyê derket û hat dîtin ku nekare bimeşe.

Îlboga bi wesayîta sivîl a polîsan birin Edliyeya Erziromê û hat hînbûn ku bi rêya telekonferansê îfade daye Dozgeriya Giyadînê.  Piştî hat hînbûn  Îlboga hatiye girtin, malbat, rêveberên HDP, DBP û ÎHD’ê hatin edliyeyê. Tê payîn ku wê Îlboga di saetên pêş de îfadeyê bide dozgeriyê. 

Di encam apevçûna k udi 11’ê Nîsanê de derket de tevî hevserokê berê yê Giyandînê yê HDP’ê yê berê Cezmî Budak, gerîlayên HPG’ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) û Yildirim Mat (Delîl Dozwan) jiyana xwe ji dest dan.