Kişanak: Em ê jinan daxilê hilberînê bikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê du dikanên ku tenê berhemê jinan ên bi destan tên çêkirin, ji bo xizmetê vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê du dikanên ku tenê berhemê jinan ên bi destan tên çêkirin, ji bo xizmetê vekir. Hevşaredara Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak got: “Em ê li gelek cihên cuda yên bajarê xwe dikanên ku tenê berhemên jinan difiroşin vekin û em ê jinan daxilê pêvajoya hilberînê bikin.”

Merasîma vekirinê li Parka 10 Temmuz Vedat Aydin a semta Mardînkapiyê pêk hat. Hevşaredar Gultan Kişanak, Namzedên HDP’ê yên Amedê Îmam Taşçier, Nesrîn Şanli, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, Hevserokê HDP’ya Amedê Omer Onen û girseya gel tevlî merasîmê bû. Kişanak li vê derê axivî û diyar kir ku ew ê di çarçoveya nasandina bajêr de firoşgehên berhemên bi destan tên çêkirin ên ji aliyê jinan ve tên hilberîn pêş bixin.

EM PERWERDEYA 21 BEŞÊN CUDA YÊN PÎŞEYÎ DIDIN

Kişanak da zanîn ku wan di çarçoveya xebatên Şaredariya Bajarê Mezin de 25 kursên beşên cuda yên pîşeyî vekirine. Kişanak da zanîn ku piraniya beşdarên van kursan jin in. Kişanak diyar kir ku kesên tevlî van kursan dibînin perwerde dibin û di dawiya perwerdeyê de belge tên dayin.

Kişanak da zanîn ku li navçeyan kooperatîfên wan hene û got: “Xebatên jinan ên ku piştgiriyê ji şaredariyên me werdigirin hene. Hin hilberînên wan hene. Pêwîstiya wan bi firoşgehek heye. Ji ber wê jî me li vê derê firoşgehek vekir.”

EM Ê XEBATÊN BI VÎ RENGÎ ZÊDE BIKIN

Kişanak ragihand ku wê berhemên ji aliyê jinan ve li van kursan, li atolye û saziyên jinan ên navçeyan tên çêkirin li van firoşgehan bên firotin. Gultan Kişanak got: “Em ê li gelek cihên cuda yên bajarê xwe dikanên ku tenê berhemên jinan difiroşin vekin û em ê jinan daxilê pêvajoya hilberînê bikin.”

Piştî Kişanak, her yek ji namzetên HDP’ê yên Amedê Îmam Taşçier, Nesrîn Şanli û Hevserokê HDP’ê yê Amedê Omer Onen axivîn. Piştî axaftinan kurdele hatin birrîn û dikan ji bo xizmetê hatin vekirin.

OTOPARKA PIR QAT

Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otoparka bi tebeqe ya pêşî xist ber xizmetê. Di vekirina otoparka ku 1 mîlyon û 800 hezar lîre lêçûna wê heye de Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak xwest ku dev ji dagirkirina cade û peyarêkan werin û got, “Me otoparka bi tebeqe ya ewil vekir, a duyemîn jî demeke nêz em ê vekin. Em ê otoparkan bixin ber xizmeta bajarê xwe hûn jî ji kerema xwe erebeyên xwe bînin lê park bikin.”

Merasîma otoparkê li kêleka Şaredariya Mezin hate kirin û Hevşaredar Gultan Kişanak, rêveberên HDP û DBPê, nûnerên saziyên civaka sîvîl û gelek welatî tê de amade bûn.

Di vekirinê de Alîkarê Sekreterê Giştî Abdullah Sevînç axivî û agahiyên teknîkî yên otoparkê parve kirin. Sevînç aşkera kir ku 1 mîlyon û 800 hezar TL lêçûna vê otoparkê bûye û got, ev otopark 2 tebeqe ye, her tebeqe li ser 2624 metregoşe ye û got, “Bi tevayî 155 erebe dikarin tê de hilbên û servîseke şûştina erebeyan tê de heye. Ev otopark hem wê pêdiviya şaredariyê, hem jî dam û dezgeh û kargehên derdorê bi cih bîne.”

Piştre Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak axivî û got, yek ji pêdiviya giring a bajêr otopark in. Kişanak, da zanîn ku rê ji bo erebeyan û peyarê jî ji bo peya/mirovan hatin çêkirin; lê ji ber ku li bajêr têra xwe otopark nîn in erebe li keviya rêkan têne parkkirin, peyarê têne dagirkirin û got, “Em bi qandî derfetên xwe hewl didin derfetan zêde bikin. Îro jî em li vê derê vekirina vê otoparkê bi we re pêk tînin. Ev otopark dikare cadeyên me ji dagirkeriyê rizgar bike.”

Kişanak, bal kişand ser dagirkirina cade û peyarêkan û banga destjêberdana dagirkeriyê li ajokaran kir û got, “Çêkirina wê ji me, bikaranîna wê ji we.” Kişanak da zanîn ku ew ê van otoparkan bidin ber xizmeta gel û got, “Ji kerema xwe erebeyên xwe bîninê. Piçekî jî bimeşin, meş ji bo tenduristiya we baş e.”  

Otoparka bi teqebe ya duyan jî li ber temamkirinê ye

Kişanak, aşkera kir, wek şaredarî ew ê hejmara otoparkên bajêr zêde bikin, otoparka li Deriyê Çiyê li ber temamkirinê ye û got ku xebata wan heye ku li dever din ên bajêr hin otoparkan çêkin.

...