PDK'ê, doktorê ku YPG'yî tedawî kir dersînor kir

Dr. Cemal Cembelî yê ji Rojava ku ev du sal in li nexweşxaneya Zaxoyê dixebite, bi hinceta ku şervanên YPG'ê mûayene û tedawî kiriye, beriya sê rojan ji Başûrê Kurdistanê hat dersînorkirin.

Dr. Cemal Cembelî yê ji Rojava ku ev du sal in li nexweşxaneya Zaxoyê dixebite, bi hinceta ku şervanên YPG'ê mûayene û tedawî kiriye, beriya sê rojan ji Başûrê Kurdistanê hat dersînorkirin. Cembelî got, "Heta niha li gorî nasname yan jî navê wan, nêzî kesî nebûm. Di navbera birîndarên YPG û pêşmergeyan de min cihêkarî nekir."

Dr. Cemal Cembelî yê ji Rojava, ji ber ku şervanên YPG'ê tedawî kir beriya sê rojan ji Başûrê Kurdistanê hat dersînorkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, ji ber ku şervanên YPG'ê tedawî kiriye asayîşa PDK'ê çend caran gef li Dr. Cembelî xwariye. Dr. Cembelî tevî van gefan jî şervanên YPG'ê yên birîndar tedawî kir. Li ser vê yekê asayîşa Zaxo ya ser bi PDK'ê beriya sê rojan Dr. Cembelî dersînor kir.

LI GELEK NEXWEŞXANEYÊN LI ZAXOYÊ XEBITÎ

Dr. Cembelî ku beriya niha ji 13'ê Cotmeha 2010'an û pê ev 2 sal û 9 mehan weke nûnerê PDY'ê yê Erebîstana Siûdî wezîfe kir, di 15'ê Tebaxa 2013'an de hat bajêr Zaxo yê Başûrê Kurdistanê û li nexweşxaneyê Bêdarê û Şebaniyê weke cerah xebitî.

Dr. Cembelî ku di heman demê de diçû Rojava û şervanên YPG'ê yên birîndar û pêşmergeyên birîndar tedawî dikir, di nava vê demê de ji aliyê rayedarên PDK'ê ve bi gotina 'Tu endamê PYD'ê ye, li vir li ser navê PYD û PKK'ê dixebite' ket ber lêpirsînê. Der heqê Dr. Cembelî de ti doz nehat vekirin lê belê PDK'yiyan gefa "Eger di destê me de delîl hebûya me yê 20 salan cezayê girtîgehê li te bibiriya" lê xwarin.

Dr. Cembelî ku herî dawî li navendeke tenduristiyê ya li derveyî Zaxoyê hat wezîfedarkirin, di 2'ê Gulanê de ew birin Deriyê Sînor ê Sêmalka û careke din jê re gotin, "Eger îspateke me hebûya me yê 20 sal cezayê girtîgehê li te bibiriya" û ew dersînor kirin.

'MIN HEM ŞERVANÊN YPG'Ê HEM JÎ PÊŞMERGE TEDAWÎ KIR'

Dr. Cemal Cembelî nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û anî ziman ku heta niha li gorî nav û nasnameya kesî nêz nebûye. Dr. Cembelî da xuyakirin ku ew ti cihêkariyê naxe navbera birîndarên YPG û pêşmergeyan û got, "Ji bilî karên xwe yên li nexweşxaneyê, yekcaran diçûm serdana saziyan. Carna min Qendîl jî ziyaret dikir. Lê belê her carê di vegerê de li lêpirsînê rast dihatim."