Li Kobanê û Cizîrê çalakiyên YPG/YPJ'ê
Hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li rojhilatê Kobanê û rojavayê Cizîrê li hemberî çeteyan çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 3 wesayîtên çeteyan tevî çeteyên tê de hatin rûxandin.
Hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li rojhilatê Kobanê û rojavayê Cizîrê li hemberî çeteyan çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 3 wesayîtên çeteyan tevî çeteyên tê de hatin rûxandin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser roja 232. a berxwedana Kobanê û pevçûnên li rojavayê Kantona Cizîrê de agahî da.
Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li Nêzî gundê Seferiye yê li rojhilatê Kobanê çalakiyek pêk anîne got, "Çalakî li hemberî karwaneke ji wesayîtên çeteyan hat lidarxistin. Di encamê de 3 wesayît tevî çeteyên tê de hatin rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku duh bi şev li hemberî komên çete yên li 3 gundên li derdora Til Temirê xwe bicih kiribûn çalakiyên hemwext hatine lidarxistin û hat gotin, "Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van êrîşên ku çeperên çeteyan a li nêzîkî gundên Twêna, Xebîş û Til Nasrî hedef digirt nehat zelalkirin."