‘Gezmîş, Înan û Aslan pêşengên dîrokî îfade dikin’

Endama Koordînasyona Komalên Ciwan, Şîmal Ulkem Guneş 43. salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan nirxand.

Endama Koordînasyona  Komalên Ciwan, Şîmal Ulkem Guneş 43. salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan nirxand.

Guneş bi lêv kir ku li ser navê Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê,  43. salvegera qetilkirina Gezmîş, Înan û Aslan bi hêrsek mezin lanet dikin û wiha got: “Her sê şoreşger, di aliyê ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê de pêşengên dîrokî ne. Tenê lîderiya partiyekê,  tevgerekê û komek ciwan îfade nakin. Hem di aliyê ciwanên Kurdistan, hem Tirkiye û hem jî  Rojhilata Navîn her sê şoreşger jî hem sembola nifşê 68’an e û hem jî di derketina tevgera ciwanan de sembolîk be jî nirxek mezin îfade dikin.

Tevgera Ciwanan ger îro hebûna li Kurdistanê,  tevgerên ciwanan, sosyalîst, şoreşger û demokrat li Tirkiyeyê xebatên xwe dimeşînin, bêguman ev bi saya mîrate û têkoşîna şoreşgerên mezin pêk tê.

YÊN YEKEM DERKETIN ÇIYAYAN DENÎZ BÛN

Guneş destnîşan kir ku bîranîna her sê şoreşgeran, her sal ji nû ve ew bibîranîn, xwedîderketina li xeta wan, di heman demê peywireke exlaqî ye. Guneş bi lêv kir ku di nava yekem gerîlayên derketine çiyê de Denîz ew jî hebûn.

Guneş bi lêv kir ku derketina Nûrhakan û yekem şoreşa mezin pêk anîne û wiha pê de çû: “Dibe ku tam berdewam nekirin, zû şikestin. Bi êrîşeke gelek mezin re rû bi rû hatin û piştî vê êrîşê nekarîn têkoşînê bimeşînin, dîl hatin girtin, ji aliyê faşîzmê ve hatin darvekirin. Lê yekem derketina gerîla wan pêk anî. Gerîla bû berdewamkarê vê derketina gerîlayan a şoreşger. Ger PKK baş bê nirxandin, wek têkoşîn ciwanên Kurdistanê; di rêya Denîzan de çûn û xwedî li têkoşîna sosyalîst, şoreşger derketin û derxistin asteke jor. Em ciwanên PKK’ê vê wisa dinirxînin û şîrove dikin.

Têkoşîna ku ji Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan a 68’an destpê kir û hat meşandin divê di gelek alî de bê destgirtin. Me Denîz tenê wek lîderê komekê neda nasîn.  Di sembolîkê de jî me wek nirxek mezin da nasîn. Di rastiyê de kesayetên qehreman yên ku fedakariyek bêdawî nîşan dane, îfade dike. Rola wan a serokatiya dîrokî heye. Bê tirs û bê hesab, li ser esasê ku faşîzma Tirkiyeyê paşde bixînin, ji bo azadiya gelan û demokratîkbûna Tirkiyeyê derbasî têkoşînek topyekûn dibin. Van di bin şert û mercên zehmet de pêk tînin. Ew dem di 12’ê Adara 1971’ê de destpê dike û li civaka Tirkiyeyê bû zordariyek mezin a faşîzmê. Li dijî vê faşîzmê derketina çiyayan çêbû.  Bê tirs û bê hesab xwe avêtin têkoşînê.”

Guneş axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em tenê wan îfade nakin, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Ferhat Kurtay jî berdewamkarên vê xetê ne. Yanî di rastiya de wan rê ve kiriye.  Dema ew derket, fedakarî nîşan da û nîşan da ku li dijî faşîzmê dikare têkoşîn bê dayîn, piştî wê her tişt li pey hev hat. Hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê hîn kir ku dikare têbikoşe. Ger lêkolînek rast bêkirin, li cihên ku Denîz Gezmîş  ew derbas bûne, hîna bandore wan heye. Hevalên me yên ji wan aliyên beşdar bûne, vê baş dizanin. Wan mîrateyek mezin ji civakê re hişt. Li dijî faşîzmê li ber xwe dan. Civakê ew wek nirxên pîroz pêşwazî kirin. Dema Denîz û hevalên xwe hatin darvekirin, civaka Tirkiyeyê ev protestokirin û bertek nîşanî vê dan.”

HUSEYÎN ÎNAN ŞOREŞGEREKÎ MEZIN E

Guneş destnîşan kir ku civak her tim xwedî li têkoşîna wan derketiye û wiha got: “Îro jî wisa ye. Bi civaka Tirkiyeyê re ev heye. Ti kes têkoşîna Denîza wan,bêmaf nabîne. Ti kes têkoşîna ku wan meşand, wek propagandaya reş a ku dewletê têk dibe û dibe kaosê nabîne. Her kes vê dizane. Ciwanan li dijî vê bertekên xwe nîşan dan. Ji ber vê gelê Tirkiyeyê Denîzan bi rêzdarî bibîr tînin. Ti kes bertek nîşan nade. Her kes dizane ku di rastiya berpirsyariyên xwe yên li dijî civakê derketine û dest bi şoreşgeriyê kirine. Ji ber baş fêm kirine, îro navê bi hezaran ciwanan Denîz e. Ev di heman demê de ji bo Yusuf Aslan û Huseyîn Înan jî derbas dibe. Huseyîn Înan şoreşgerekî mezin ê ji nava ciwanên Kurd derketiye. Ger PKK wê demê derketibûya wê Huseyîn Înan PKK’î ba. Ti cudahî nîne. Bi ti awayî di bin pergala Kemalîst de nemaye. Di şert û mercên wan rojan de, xwe berpirs dîtiye û beşdar bûye. Dema em şert û mercên îro bigirin dest, ger hevalê me Huseyîn Înan hebûya, di PKK’ê de bûna, wê wek kesekî şoreşger ê di PKK’ê de têkoşînê dimeşand bûya.  Înan di nava civaka Tirkiye û Kurdistanê de bandorek mezin afirand.”

Guneş destnîşan kir ku ew ciwanên Kurdistanê û ciwanên Tirkiyeyê, ji bo têkoşîna Denîzan bidome, têkoşînek topyekûn dimeşînin û got: “Me kesên ala wan girt û ketin nava tevgerê, dizanin ku Denîz û Mahîr hene. Jixwe Rêbertiya me jî ji wan bi bandor bûye û ji bo nirxên ku wan derxistine hole, nekevin, derbasî têkoşînê bûye. Têkoşîna me ji bo serketina têkoşîna wan destpê kiriye, hîna bi vê armancê têkoşîn didome. Tevgera PKK’ê û Ciwanên Kurdistanê îro xwedî li bîranîna wan derdikeve, ji bo pêkanîna xeyalên wan têdikoşe. Ev encamê digire. Faşîzm tê şûndexistin, Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ve dibe. Rejîm jî wİnda dike. “

PKK TÊKOŞÎNA DENÎZAN DIMEŞÎNE

Guneş da xuyakirin ku sala 1972’an de ku Denîz Gezmîş û hevalên xwe hatin darvekirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi têkoşînê kiriye. Guneş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi pêşengiya Rêbertiya me ev 43 sal e em vê têkoşînê dimeşînin. Em wek ciwanên vê têkoşînê, mîrateya ku wan ji me re hiştiye, ji xwe re wek tecrûbe dibînin û têkoşîna xwe dimeşînin. Em ji wê kevneşopiyê hatin û wê kevneşopiyê dimeşînin.  Armanc û hedefên wan ji bo me armanc û hedef in. Rêbertiya me her tim biratiya gelan parast.  Yekem car kesê biratiya gelan anî ziman Denîz Gezmîş bû. Ev rastiyek e. Lê sêdarê jî biratiya gelên Kurd û Tirk aniye ziman. Em ciwanên welatparêz ên Kurd jî vê têkoşînê dimeşînin.

Yên ku ev herî zêde baş fêmkirin, ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr bû. Hevalê Kemal Pîr, jî diyar kiribû ku heta Kurdistan azad nebe, Tirkiye nekare azad be. Denîz Gezmîş jî wisa gotibû.  Yê ku ev veguhertiye pergalê, têkoşînê û civak aniye asta tevegerê û wek rêxistinek mezin avakiriye jî Rêber Apo ye. Rêber Apo fedekariyên mezin daye ber çavan û ev têkoşîn daye dest pêkirin. Em ciwanên Kurd jî di rêya ku wan nîşanê me daye de, dimeşin. Soz û biryara me ya di alî têkoşînê de tam e. Em soza xwe ya girêdayîna têkoşîna wan careke din dubare dikin.”