Erdal ê YPG'yî yê 'mirineke bi şeref' hilbijart...
Hemû cîhan şahidiya berxwedana destanî ya şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê dikin û bi sedan rojnamevanan jî hewl dan wêneyên destana Kobanê bikişînin.
Hemû cîhan şahidiya berxwedana destanî ya şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê dikin û bi sedan rojnamevanan jî hewl dan wêneyên destana Kobanê bikişînin.
Hemû cîhan şahidiya berxwedana destanî ya şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê dikin û bi sedan rojnamevanan jî hewl dan wêneyên destana Kobanê bikişînin. Rojnamevanên fêm kirin ne xwedî wê zanistiyê ne ku karibin têkoşîna bi rojan a li her mala hatiye hilweşandin vebêjin, piştî demekê neçar dimînin bajêr biterikînin. Piştî şopandina nûçeyan a li mewziyên şer û navenda bajêr, em jî mîna rojnamevanên beriya me çûn, neçar man vegerin Bakurê Kurdistanê.
Roja nû em çûn Kobanê hevalekî 22-23 salî yê cil û bergên leşkerî lê bû, li Ajansa Nûçeyan a Hawarê em pêşwazî kir. Piştî ku hevalê min ê rojnamevan Omer Çelîk bi Tirkî axivî, bi ciwanê bi navê 'Erdal' ku me fêm kir şervanê YPG'ê ye, li ber sobeya mazotê ya li odeyê me dest bi sohbetê kirin. Erdal ji me re got hûn di kîjan çapemeniyê de dixebitin. Me xwe da nasîn. Erdal got: "Ez zêde ji rojnamevanan hez nakim. Dema li Bakurê Kurdistanê min di xebatên ciwanan de cih digirt, rojnameya Vatanê ez kiribûm manşet. Me gelek ji hevalê Kadrî hez kir. Ew çû. Niha Nûrî. Ew jî çû niha hûn li vir in. Biryargeha me hema ligel çapemeniyê ye. Di navberan de bên cem me çayek me vexwin."
Erdal ê YPG’ê bi tebîetê xwe yê tund û cidî, nîşan dida ku perwerdeya leşkerî û siyasî girtiye. Bi roj dîsa em çûn serdana Biryargeha YPG’ê û dîsa Erdal em pêşwazî kir. Me digot ev êdî çavkaniya me ya nûçeyê ye. Bi şev di şahiyeke ku li taxê pêk dihat de, Erdal dîsa derket pêşberî me. Erdal ewlehiya fermandarekî payebilind ê YPG’ê dikir û her kes yek bi yek kontrol dikir. Ji ber vê helwesta wî ya tund, min dizanîbû ku ez bêyî destûra wî nekarim wêne bikişînim. Di nava şevreşkê de, min berê kameraya xwe da ser şervanên YPG û YPJ’ê yên govend digerandin û min pêlê deklanşorê kir. Li ser vê yekê Erdalê ku dît bi vê re pêşiya rojnamevanên din vebû, nêzî min bû û got; Ev rojnameger weke nêçirvanan, min destûr da te niha yên din jî wê bikşînin."
Êdî her sibe Erdal ji me re digot, Roj baş. Min bandora hevdîtina ku bi Meryem Kobanê re kiribû, jê re vegot û wî jî got: “Divê me heval Emîn Erkendî teslîmî wan nekiriba, çi dibû bila bibûya, divê em bi ser tankan de biçûna.”
Roj bi roj sohbeta me ya bi Erdal re zêde dibû. Me jê dipirsî; ti her tim li vir î? Wî jî got; doktor dibêjin birînên te dibe ku enfeksiyonê bigirin. Dibêjin divê ti razê. Lê ez xwe baş hîs dikim.”
Beriya em Kobanê terk bikin, me dizanî ku hevalên rojnameger wê partiyek oxirkirinê ji bo me organîze bikin. Bi roj ji bo em vegera Kobaniyên ji Bakurê Kurdistanê bikişînin em çûn Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Me di carekê de Erdal li pêş xwe dît. Ez û Omer keniyan. Erdal got ku we xêr e, hûn li çi digerin. Me jî got ku roja me ya dawî ye. Wî jî got; Were ez we bibim Girê Miştenûr. Bila heval Harûn min nebine. Ez jî bi veşarî hatime.’ Cih û mewzî jî nîşanê me dida. Me jê pirsî; ‘ Ti cihê Kela Dimdimê dizanî’. Wî jî got; min li nêzî wir pêlî mayînê kir.
Erdalê YPG’î em ber bi herêma Kela Dimdimê dibirin û tevî ku erde vala ji mayînan hatibû paqijkirin jî digot baldar bin û got: “Ez li pêş diçim, hûn jî li pey min bên. Dema wisa got tirsek ket dile min. Em bi tirs gihiştin hewşa Kela Dimdimê. Me hevalê Erdal bi kela berxwedanê re kişand. Piştre me got me bibe cihê bombeya kazanê ya neteqiyaye. Lê got, ev der bi xeter e.
Em li Girê Miştenûrê li ser sifreyê rûniştin û got: “Heval li vî bajarî xaniyê ku me tê de şehîd nedan tine. Rojnameger hemû emrê xwe jî bidin ser dikarin van qehremaniyên hatine jiyîn, vebêjin? Nekarin. Binêr Mahmut Berxwedan Çanlal pirtûka ‘Ji bo kê lê dide’ xwendiye û ne bi gazince ku destana ku me şahdiya wê kiriye, çima nehatiye nivîsin? Kî dikare binivîse? Li gorî min ne pênûs û ne jî lênûst têrî nivîsandina berxwedana Kobanê dike. Gelek bîranîn, bûyer, qehremanî, êş û keder hatin jiyîn. Di sedsala 21’ê de dîsa bêrûmetî li Kurdan ferz dikirin. Lê li Kobanê kî hebû? Li Kobanê Apoyî hebûn. Jiyanek bi rumet tercîh dikirin. Ji bilî jiyanek bi rûmet ti şansê me nemaye. Hadî êdî em dakevin. Bila heval Harûn min nebîne, em bigihêjin biryargehê.”
Me ji xatir ji hevalê Erdal xwestibû. Lê di demên dawî de di pevçûneke li nêzî gundê Şêxler de me bihist ku 4 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd ketine û dema min Ayhan Arga (Dilgêş Erdal) yê ji Xîzan a Bedlîsê dît, min bawer nekir. Min dema dît min lanet li çeteyên çavsor yê DAIŞ’ê anî. Erdal ê YPG û bi sedan ciwanên Kurd bi xwîna xwe xaka Kurdistanê av didin û hemû cîhan şahidiya vê dike. Başe ku min Şehîd Erdal yê YPG’î yê dilê wî mezin û mîzaca wî tund, nas kiriye…