Ji bo gerîlayê HPG'ê Mat mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Yildirim Mat (Delîl Dozvan) ê li Tendurekê di pevçûna ji ber provokasyona AKP'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Zorova yê navçeya Tûşbayê mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Yildirim Mat (Delîl Dozvan) ê li Tendurekê di pevçûna ji ber provokasyona AKP'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Zorova yê navçeya Tûşbayê mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Yildirim Mat (Delîl Dozvan) ê di pevçûna 11'ê Nîsanê ya li Çiyayê Tendurekê ji ber provokasyona AKP'ê derket birîndar bû, lê dûre jiyana xwe ji dest da, li gundê Zorova yê navçeya Tûşbayê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Wanê Remzî Ozgokçe, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP, MEYA-DER û bi sedan welatî amade bûn. Li konê serxweşiyê wêneyên gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) û Hevserokê berê yê HDP'ê yê Giyadînê Cezmî Bûdak ê di pevçûna li Tendurekê de jiyana xwe ji dest dan, tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hatin daliqandin.

BANGA LI DAYIKÊN TIRK

Hevserokê Şaxê MEYA-DER'ê Îbrahîm Alkan li mewlûdê peyivî û anî ziman ku Kurd li hemberî zilm û zordariyê bi salane aştiyê diparêzin. Alkan bang li dayikên Tirk kir û got, "Ne dayikên Kurd ne jî yên Tirk bila bigirîn. Bila dayikên Tirk dengê xwe tevlî dengê aştiyê yên dayikên Kurd bikin. Bi vî rengî em dikarin aştiyê bînin."

Alkan di dewama axaftina xwe de got, "Yên ji bo azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane, di serî de Delîl Dozvan hemû rûmeta Kurdistanê ne."

AP MAT: EM PÊ SERBILIND IN

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn jî nerazîbûn nîşanî provokasyonan da û ragihand ku gerîlayê HPG'ê Mat ji ber provokasyona AKP'ê jiyana xwe ji dest daye. Şahîn got, "Heta aştî bê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Apê gerîlayê HPG'ê Mat Cemîl Mat jî got, "Em bi şehîdên xwe re serbilind in. Di serî de Birêz Ocalan serê tevahiya Kurdistanê sax be."