KÎD: Ya pîroz ne Diyanet e, nirx e

Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) destnîşan kir ku armanca avabûna Serokatiya Karên Diyanetê ne xizmeta ji dîn re, kontrolkirina baweriyane û got, "Karê dewletê ne pênasekirina baweriyan e, naskirina baweriyan e."

Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) der barê nîqaşên piştî xala "Bila Serokatiya Karên Diyanetê" were rakirin a di danezana jiyana nû ya HDP'ê de, destpê kir daxuyaniyek da.

Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) destnîşan kir ku armanca avabûna Serokatiya Karên Diyanetê ne xizmeta ji dîn re, kontrolkirina baweriyane û got, "Pozîsyona karmendiyeke ji rêzê ya di nava burokrasiyê de, ji bo azadî û xweseriya vê qadê, rewşeke bê qebûlkirin nîne."

KÎD'ê da zanîn ku di xizmetên olî de ji nû ve sazîbûn şert e û bal kişand ser vê xalê: "Rêxistinbûyîna heyî ya diyanetê ya li Tirkiyeyê, ji aliyê wekhevî û azadiyê ve nayê qebûlkirin. Ji nû ve sazîbûna xizmetên olî, mecbûriyeteke girîng e. Modeleke rêveberiya ku girîngiyê dide xwecihiyê, bi beşdariya wezîfedarên olî re organên koordînasyonê yên erkdar bi rêya hilbijartinê ji jêrê ber bi jorê ve diyar dike, divê tavilê were nîqaşkirin."

KÎD'ê ragihand ku pêwîste hikmê şexsîtî yê komên baweriyan bên naskirin û got, "Li Tirkiyeyê hînê hikmê şexsîtî yê komên baweriyan nayên naskirin, bi destûra bingehîn nayên ewlekirin. Bi feraseta desthilatdariyeke ku çapa Risale-î Nûrê jî xistiye bin kontrola dewletê, perwerdeya olî azad nabe, xizmetên olî sivîl nabin. Halbûkî karê dewletê ne pênasekirina baweriyan e, karê dewletê naskirina baweriyan e."