‘Bi avakirina Kobanê re em ê bersivê bidin mêtinkaran’

Konferansa Jinûve Avakirina Kobanê ya ku du rojin li Amedê bi tevlîbûna gelek delegeyan pêk dihat bi dawî bû û encama nameya konferansê hate aşkerakirin.

Konferansa Jinûve Avakirina Kobanê ya ku du rojin li Amedê bi tevlîbûna gelek delegeyan pêk dihat bi dawî bû û encama nameya konferansê hate aşkerakirin.

Konferansa ji nû ve avakirina Kobanê ya bi armanca rewşa Kobanê ya piştî şer binirxîne û hewcedariyên avakirina bajar diyar bike, ya li Amedê pêk hat piştî nîqaşan encamaname hate xwendin. Encamname ji liyê Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Dîlşah Îbîş û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ve hate xwendin. Konferans li ser êrîşên çeteya faşîst DAIŞ’ê û berxwedana li hemberî wan pêk hatiye bi berfirehî rawestiya. Di nirxandinan de êrîşên DAIŞ’ê yên hovane wekî berdewama zîhniyeta dagirker a li ser îradeya gelê kurd û hemû civakên azadîxwaz hatin pênasekirin. Şerê sedsalê yê ku li Kobanê hatiye meşandin ne tenê şerê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Hêzên Parastina Gel de bû. Ev şer di navbera xeta Modernîteya Demokratîk a civakparêz û xeta Modernîteya Kapîtalîst a dewletparêz de bû. Lewre jî berxwedana mezin a Kobanê wekî sembola hemû mirovahiya azadîxwaz li cîhanê deng veda û bû şerê parastina rûmeta insaniyetê. Ji ber vê yekê jî hem ji çar parçeyên Kurdistanê û hem jî gelek deverên cîhanê mirovên xwedî wijdan ji bo parastina bajar, berê xwe dan Kobanê û di şerê parastinê de cih girtin û bi sekna xwe li hemberî zîhniyeta terorîst bûn kelem. Konferansa me hêzên parastina gel ên neteweyî yên di bin pêşengiya YPG/ YPJ de, pêşmerge û hemû hêzên çepgir û şoreger ên enternasyonalîst silav dike.

Birayên di konferansê de hatin girtin wiha ne:

"Konferansa me hemû şehîdên vê berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tîne û wan wekî 'Şehîdên Parastina Nirxên Mirovahiyê' bi nav dike. Di kesayeta Şehîd Arîn Mîrkan de konferans, berxwedana jinên kurd û hemû şervanên azadiyê silav dike.

Di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn e ku bajarek bi berxwedana xwe dibe dilê netewî yê Kurdistanê. Lewre jî di dema şerê dijwar de li Bakur, Başûr, Rojhilat û her wiha li hemû cîhanê kurdistaniyan êş û jana gelê Kobanê parve kir. Hem di warê leşkerî hem jî di warê siyasî de cara yekemîn e ku hêzên Kurdistanî, ev qas nêzî hev bûn û sînorên dagirkeran bêwate hiştin. Ne tenê hêzên kurd, her wiha gelek hêz û kesayetên şoreşger û enter nasyona lîst jî berê xwe da Kobanê û di eniyên parastinê de cihê xwe girtin. Beşdarên konferansê spasiya hêzên demokratîk û kesayetên xwedî wijdan ên ku di dema berxwedana dîrokî de piştgirî dane Kobanê dike.

Berxwedana Kobanê bi encamên xwe yên siyasî û civakî rê li ber gelek pêşveçûnên nû vekir. Berxwedanê îspat kir ku îradeya civakê dikare hemû êrîşên pergala serdest a kapîtalîst vala derxe. Berxwedana Kobanê hesta neteweyî ya gelê kurd mezin kir û her wiha hêviya şoreşa gelan di dilê ciwan, jin û hemû bindestan de ji nû ve şîn kir.

Konferansê bi rapor û analîzên hatine amadekirin tespît kir ku her çiqas bi îradeyek nedîtî bajar li hemberî êrîşan hatibe parastin û ji çeteyan hatibe rizgarkirin jî di encama vî şerê giran de Kobanê bi piranî wêran bûye. Ji ber vê yekê jî çawa ku Kobanê bi ruh û giyanê neteweyî hat parastin divê îro jî bi hizir û ramana neteweya demokratîk ji nû ve bê avakirin.

Konferansa me di nîqaşên xwe de gihişt baweriya hevbeş ku bajarê Kobanê li ser xeta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ji nû bê avakirin.

Ji bo ku gelê Kobanê, kurdên li çar aliyê Kurdistan û cîhanê dijîn û her wiha dost û piştgirên gelê kurd ên xwedîwijdan bikarin di avakirina bajarê Kobanê de bibin xwedî ked, ev konferans dê bibe destpêka vê pêvajoyê.

Konferans gihişt wê biryarê ku xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bi tevlibûna hemû beşdarên vê civînê bên meşandin û ev xebat di bin banê koordinasyonekê ji 15 kesan pêk tê bên organîzekirin. Di heman demê de biryar hat dayîn ku ji bo avakirina Kobanê kampanyayek alîkariyê ya aborî ya neteweyî û navneteweyî bi ruhê seferberiyê bê destpêkirin. Konferansê biryar da ku ji bo vê yekê li hemû deverên ku Kurdistanî lê dijîn bi lezgînî komîte bên avakirin û rola pêşengtiya vî karî jî dide beşdarên konferansê.

Li gorî tespîtên di konferansê de hatine kirin Kantona Kobanê hêj jî dibin xetereya êrîşên hêzên paşverû de ye. Lewre jî hewcedariya bajar bi pergaleke parastinê ya lezgîn heye. Her wiha ji bo gelê Kobanê yê koçber bûye vegere û tevli avakirina Kobanê bibe, konferansa me tespît kiriye ku pêwist e wargehên jiyanê yên demî wekî mal, xwarin, vexwarin û tenduristiyê bên amadekirin.

Ji bo vê yekê jî divê deriyê sînor ê ku di navbera Pirsûs û Kobanê de bi awayekî fermî bê vekirin. Konferans bang li rêveberiya Tirkiyeyê dike ku deriyê sînor ê Murşîdpinarê wekî deriyekê sivîl bê vekirin û ev derî weke korîdoreke piştgiriyê di bin ewlehiya saziyên navneteweyî de ji hatin û çûna re vekirî bimîne. Em bang li hêzên navneteweyî û sazî û dezgehên civakî yên cîhanî dikin ku ji bo ev dorpêça li ser Kobanê bê rakirin xebatên diplomatîk û siyasî bimeşînin.

Di nîqaşên konferansê de hat destnîşankirin ku gelê kurd û cografyaya Kurdistanê di bin tehdîdê de ye. Lewre jî beşdaran dubare anî ziman ku di vê qonaxa nazik de ji bo parastina nirxên civaka kurd hewcedarî bi pêkanîna Kongreya Neteweyî heye.

Di nîqaşan de hat xwestin ku bajar bi tevlibûna gelê Kobanê re bi awayek hevpar bê avakirin. Her wiha bang li jin û ciwanên kurd ên koçber bûne dike ku vegerin Kobanê û di avakirina bajar de roleke aktîf bilîzin. Konferansa me pêwîst dibîne ku ji bo avakirina Kobanê di qada navneteweyî de jî konferansekê pêk bîne. Her wiha konferansê biryar girt ku beşeke bajar bibe muzeya berxwedana mirovahiyê.

Wekî encam; hêviya me ew e ku biryarên konferansê di serî de ji aliyê hemû beşdarên wê ve di pratîkê de bi cih bên. Em bang li hemû kurdistaniyên ku li hemû deverên cîhanê dijîn, bi giyana parastina Kobanê tevli pêvajoya avakirina Kobanê bibin. Bi vê baweriyê em ê bajarekî ku ji bo hemû şaristaniyan mînak ,ava bikin û bi vî awayî bersivê bidin hêzên tarî û talanker."