Fermandariya hêzên YPG’ê ya Kantona Efrînê yekîtiya 7 tugayên mûxalefetê û avakirina Artêşa Şoreşgeran pîroz kir. Fermandariyê diyar kir ku ji bo parastina berjewendiyên gelê Sûriyeyê ew amade ne hevkariyê bikin.
Di çarçoveya hevkariya leşkerî di navbera tabûrên mûxalefeta Sûriyeyê de, 7 tugayên mûxalefetê di bin navê Artêşa Şoreşgeran yekîtiya xwe ava kirin. Li ser vê yekê Fermandariya hêzên YPG’ê ya Kantona Efrînê yekîtiya van tabûran bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin: “Di vê qonaxa dijwar û hestiyar ku tevahî Sûriyeyê tê re derbas dibe de em weke hêzên YPG’ê yên Efrînê, îlankirina Artêşa Şoreşgeran di dema veguhertina Sûriyeyê ber bi piralî û demokrasiyê ve, gaveke erênî dibînin. Li ser vê yekê em vê gavê ku pîroz dikin. Em wekî hêzên YPG’ê li Kantona Efrînê piştgiriya vê gavê ku yekîtiya hemû hêzên Sûriyeyê ava dike, dikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku ew amade ne hevkariya xwe bi Artêşa Şoreşgeran re li ser esasê parastina berjewendiyên gelê Sûriyeyê bikin.
Hêjayî gotinê ye, 7 tugayên hêzên mûxalefetê yên li parêzgehên Idlib, Hema, Heleb, Lazqiyê, Hums û Reqqa di 3’ê Gulana 2015’an de ji bo xurtkirina berxwedana li dijî hêzên rejîma Esed di bin navê Artêşa Şoreşgeran de yekîtiya xwe ava kirin.
Hêzên beşdarî vê yekîtiyê bûne ev in: “Kombûna Şoreşgerên Humsê, Tabûrên Şems El-Şemal, Tugaya Çalakiyên Taybet, Cebhet El-Ekrad, Fûc (regiment) 777, Tugaya 99 ya hêzên bejayî û Tugya Sultan Selîm.”