Girseya nêzî hear kes ji bo li hemberî operasyona li taxa Reşa Sebrî ya Qereyaziyê hatî destpêkirin çûn herêma operasyonê û bûn mertal. Gel da zanîn ku ew ê şeva xwe li çiya derbas bikin.
Piştî li taxa Reşa Sebrî ya navçeya Qereyazi ya Erziromê operasyona bi tevlîbûna tîmên taybet dest pê kir welatiyên navçeyê û gunda ber bi herêma operasyonê ve herikîn. Piştî gel çû qada operasyonê leşkerên ji Qereyaziyê sewqî herêmê hatin kirin paşve hatin vekişandin.
Lê piştî agahiya ji Erziromê gelek tîmên taybet bi wesayîtên zirxî sewqî navçeyê hatin kirin girtin ligel baranê li herêmê sekana xwe didomînin. Beşek gel li beşahiyê bû mertalên zindî û hinek jî li gund disekîne. Gel biryar da ku şeva xwe li çiya derbas bikin.