Gelo DAIŞ wê her tim mîna gefekê bimîne? - Analîz

Kurd weke gelekî ku bi sedan salan, bi hezaran salan di bin ala rejîmên dewletên cuda yên li dora welatê wan ava bûne şer kirine, demên kurt ên reveberiya cewherî ne di nav de weke 'gelê ji bo xwe şer nake' tê binavkirin.

Kurd mîna gelê herî şervan ê Rojhilata Navîn tê naskirin. Weke gelekî ku bi sedan salan, bi hezaran salan di bin ala rejîmên dewletên cuda yên li dora welatê wan ava bûne şer kirine, demên kurt ên reveberiya cewherî ne di nav de weke 'gelê ji bo xwe şer nake' tê binavkirin.

Di gelek çîrokên fetih û serketinê yên dewletan de, weke fermandarekî, weke leşkerekî roleke gelekî girîng lîstiye, di nava kesên çarenûsa şer guhertine de navê Kurdan gelek caran tê dîtin. Li Şamê, li Qûdisê dibe Selahaddîn, li Iraqê dibe yê li hemberî mêtîngeriya Îngilîz li ber xwe dide, li Tirkiyeyê ji ber serketina xwe ya di şer de weke leheng (Kahraman) û navdayî (Şanli) tê îlankirin.

Dema dixwaze vê şervaniya xwe ji bo parastina nirxên xwe bikar bîne jî dibe rêbir, eşqiya, xayîn, terorîst. Dibe serhildêr û tê tepisandin, weke gef tê dîtin û tê qetilkirin, yên mayî jî dikin Tirk, Ereb, Faris. Dijminatiya li Kurdan bi vî rengî qewîn dibe. Kurd bi vî rengî ji xwe tên dûrxistin.

Sedema tenêmayîna hewldanên 35 salên dawî yên berevajîkirina vê rewşê, sedema xurtbûna tifaqa dijber, divê di vir de were dîtin. Di rewşa 'Leşkerên yên din êdî ji bo xwe şer dikin' were dîtin.

Belê, zarokên gelê her tim 'ji bo yên din şer dikir', 'dibû leşkerê yên din', îro li xaka Rojava ya azad ku du salên xwe temam kiriye, dîrokê diguherînin. Gelê Kurd ê ku gelek êrîşên terorîstî Yên li hemberî Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yanî êrîşên li hemberî xaka Rojava beralî kiriye, di roja îro de li hemberî dijminê herî dijwar û çavsor li dijî DAIŞ'ê şer dike. Li dijî tifaqke dijmin a xwe dispêre dersên ji şerê 35 salan hatiye dexistin, şer dike.

DAIŞ ji komên biçûk ên çekdarî yên bi komployê hatine têkbirin, ji malbat û endamên eşîrên bi gef û şîdetê hatine tepisandin, endamên îstîxbaratê yên bi taybetî hatine perwerdekirin û kujerên profesyonel ên li artêşên welatên cuda şer kirine pêk tê û ev rastî êdî ne cihê nîqaşê ye. Çavkaniya wê ya hêzê; komkirina kom û kesên li derveyî civakê yên ji pîvan û exlaqê bêpar, alîgirên şîdetê yên bi propagandayên bi salan ên bi zanebûn hatine birêxistinkirin e. Balkêşiya cihekî bê pîvan, bê exlaq ku şensê jiyaneke ji her şêwe ajoyên şîdet, tecawiz û fethê lê heye, sedema bingehîn a herikîna bi hezaran terorîstan ber bi vê derê ve ye.

Ev gurûha li zemîna ji ber polîtîkayên şaş ên dewletên herêmê xurt dibe û bi derfetên van dewletan bi xwe mezin dibe, divê neyê ji bîrkirin ku li Rojhilata Navîn bi qasî "fonksiyona xwe" aktoreke. Di vir de ya girîng yekîtiya berjewendiyê ya di navbera dewletên statukoparêz, hêzên navneteweyî û rêxistinên paravan de ye. Heta ku ev berjewendî dewam bikin DAIŞ û rêxistinên mîna wê, wê weke çoyekî di destê vê tifaqê de her bê bikaranîn. Xwendina rewşa bi pevçûn a niha ya li Rojava, ji bo xwegihandina encamên rasttir girîng e.

Pîvana zêrîn a polîtîkayên serdest ên hewl didin rê nîşanî Rojhilata Navîn bide "Divê ti hêz bi qasî ku karibe hevrikê xwe têk bibe xurt nebe" ye û hemû têkilî û tifaq di çarçoveya vê pîvanê de tê plankirin û dikevin meriyetê. Di şerê YPG'ê yê li hemberî DAIŞ'ê re taybetmendiya birêvebirinê ya vê pîvanê careke din xuya kir. Tevî ku têkoşîna herî bi bandor li dijî van çeteyên hemû nirxên hevpar ên mirovahiyê binpê dike hat dayîn hînê jî bi mesafe nêzîkatî li YPG'ê tê nîşandan. Di bin vê helwestê de jî taybetmendiya sewqkirinê ya vê pîvanê heye.

Naxwe, tevî ewçend sozan çima hînê destek nayê dayîn? Derdorên ku piştî her serketina li hemberî DAIŞ'ê xwe weke parçeyek ji vê serketinê nîşan didin, çima hînê ji destekeke pratîkî xwe vedigirin?

Bi awayekî vekirî bêjim; Koalîsyona dijberê DAIŞ'ê jî di nav de li qada herêmî û navneteweyî ti ji hêzên alîgirê dewama sîstema heyî naxwaze YPG derba dawî li DAIŞ'ê bixe. Cîhana rojava ya bi pêşengiya DYA ku baş dizane wê berjewendiyên dewletên mêtîngerên Kurdistanê yên weke Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye zerarê bibînin, hin partî û tevgerên herêmî û Kurdistanî ji ber aşkerabûna berjewendî û nakokiyên bandoriyê, naxwazin YPG yanî Rojavaya Azad darbeya dawî li vê gurûha çete bixe.

Her hal, ji ber ku ew naxwazin nabe ku ev darbe lê neyê xistin. Lê belê ev hêzên ku ji bo sîstem û hêzeke alternatîf ji xwe re li herêmê ava bikin li demê digerin, mixabin hewl didin lêdana vê derbê dereng bixînin.

Ev derengketin mixabin dibe sedem ku çeteyên DAIŞ'ê we komî ser hev bikin, çeteyên nû, çek û cebilxaneyê ji xwe re peyda bikin. Aşkera ye ku êrîşên berfireh ên di 30'ê Nîsanê de li Til Temir û derdora wê destpê kirin jî, bi sûdwergirtina ji vê zemînê rû dan.

Gelo ev rewş wê hînê bi vî rengî dewam bike? Pevçûnên YPG-DAIŞ'ê wê hînê demeke dirêj di rojevê de bimîne?

Dema ji vê kêliyê û ji Rojava lê were temaşekirin, tê dîtin ku bi îhtimaleke mezin bi lîstikên bi vî rengî û rojevên sûnî re wê ppolîtîkayên mijûlkirinê dewam bikin. Beralîkirina vê dibetiya ku tê wateya dewama rewşe pevçûnî, ancax bi bandora sekna bi vîn a hêzên li dora YPG'ê civiyane ya li xebatên siyasî-dîplomatîk pêkane. Eger hewldanên bi vî rengî encamê bi xwe re bînin, di demeke ne zêde dûr de gefa DAIŞ'ê di serî de ji Rojava dikare ji ser tevahiya herêmê rabe.