Kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Di pêşengiya Meclîsa Gel a Dêrsimê de girseya li Parka Seyîd Riza kom bû, Qirkirina Dêrsimê di salvegera wê de şermezar kir.
Di pêşengiya Meclîsa Gel a Dêrsimê de girseya li Parka Seyîd Riza kom bû, Qirkirina Dêrsimê di salvegera wê de şermezar kir.
Di pêşengiya Meclîsa Gel a Dêrsimê de girseya li Parka Seyîd Riza kom bû, Qirkirina Dêrsimê di salvegera wê de şermezar kir. Di daxuyaniya çapemeniyê de, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bul û rêxistinên civaka sîvîl amade bûn.
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, bang kir ku zîhniyeta qirkirin pêk aniye bi Dêrsim 38’an re rû bi rû were. Hevseroka navçeya navend a HDP’ê Ozge Hoşoglu diyar kir ku 70 hezar mirov hatine qetilkirin û erdnîgariya Dêrsimê hatiye qetilkirin. Hoşoglu got: “Timî wê destê me di qirika wan de be. Wê li hemberî zalîmên em dizanin berxwedan pîroz e wê têkoşîna me bidome.”
Hoşoglu axaftina xwe wiha domand: “Civaka Qizilbaş a Kurd ya we hewl da hûn qetil bikin, li ber xwe da û ji xweliya xwe ji nû ve çêbû. Em îro careke din bang dikin.” Hoşoglu diyar kir ku pêwîst e arşîvên 38’an ên Dêrsimê bên vekirin û bi Dêrsimê re rû bi rû werin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê li ber peykerê Seyîd Riza find hatin pêxistin.