Ji bo Dêrsimê rojeke reş: 4'ê Gulana 1937

Civata Ji nû ve Avakirina Dêrsimê û Komeleya Dijberiya Qirkirina Dêrsim 37-38, ji ber salvegera 78. a biryarnameya "Biryarên Dûrxistinê yên Dêrsimê" daxuyaniyek weşand.

Civata Ji nû ve Avakirina Dêrsimê û Komeleya Dijberiya Qirkirina Dêrsim 37-38, ji ber salvegera 78. a biryarnameya "Biryarên Dûrxistinê yên Dêrsimê" daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "4'ê Gulana 1937'an ji bo Dêrsimê rojeke reş e, ji bo mirovahiyê jî navê şermê ye." Organîzasyonên Dêrsimiyan dan xuyakirin ku piştî Qirkirina Ermeniyan a 1915'an Îttîhat Terakkî berê xwe daye erdnîgariya Dêrsimê û bibîr xistin ku di 4'ê Gulana 1937'an de Desteya Wezîran li Meclîsê biryarnameyeke taybet a bi navê "Biryarên Dûrxistinê yên Dêrsimê" derxistiye.

BELGEYA FERMÎ YA QIRKIRINÊ

Organîzasyonên Dêrsimî ev biryarname weke "Belgeya fermî ya Qirkirina Dêrsimê" bi nav kirin û destnîşan kirin ku bi vê biryarê re hikûmeta Enqereyê li hemberî Dêrsimê bi awayekî fermî şer îlan kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêvajoya 'QIRKIRINA DÊRSIMÊ' ji aliyê rêveberên dewletê yên weke Mûstafa Kemal Ataturk û Îsmet Înonu ve bi awayekî fermî hatiye destpêkirin."

Civatê û komeleya dijberiya qirkirinê bal kişandin ser nîqaşên rojane yên li ser Dêrsimê û gotin, "Dewlet, hikûmeta AKP'ê û Serokkomar nêzîkatiya 'Pirsgirêka Kurd nîne' nîşan didin. Ev nêzîkatî gihaştiye nuqteya Tiştekî weke Qirkirina Dêrsimê nîne'. Em dibînin ku Serokkomarê dixwaze li bersûcê Dêrsimê CHP'ê bixe, ber bi helwesteke 'hevkariya AKP-CHP'ê ve diçe."

Organîzasyonan gotin, "Îro 4'ê Gulanê ye û em Dêrsimî hem di şînê de ne hem jî bi hêrs in' û bang li CHP û AKP'ê kirin ku lêborînê bixwazin.

DIVÊ DEWLET, CHP Û AKP LÊBORÎNÊ BIXWAZIN

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Di serî de bersûcê Dêrsimê CHP divê bi paşeroja xwe ya bi xwîn re rû bi rû bibe, ji Dêrsimiyan bi awayekî 'vekirî' lêborînê bixwaze û hesabê 'qirkirinê' bide. Serokkomarê antî demokratîk, dîtkator, pavşerû û nîjadperest ê namzetê serokdewletiyê ye R. Tayyîp Erdogan jî divê li ser navê dewletê lêborînê ji Dêrsimiyan bixwaze û bi paşeroja xwe ya bi xwîn re rû bi rû bibe. Di serî de Qirkirina bi serê Ermeniyan de hat divê dewlet ji ber hemû komkujiyan ji Kurdan û Elewiyan lêborînê bixwaze."

Her du organîzasyonan destnîşan kirin ku Dêrsimî wê di 7'ê Hezîranê de derseke xweş bide qirker û qetlîemkaran.