Balûken: Ji bo bidawîkirina dîktatoriyê divê HDP bê destekkirin
Li bajarên cuda yên Ewropayê, çalakiyên ji bo piştgirîdayîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin.
Li bajarên cuda yên Ewropayê, çalakiyên ji bo piştgirîdayîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin.
Li bajarên cuda yên Ewropayê, çalakiyên ji bo piştgirîdayîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin. Balûken ê HDP'yî di axaftina xwe ya li çalakiya li Munchenê de got, "Her dengek wê bibe sîleyek û li zîhniyeta y ekperestî û neteweperestiyê bikeve." Balûken desteka hilbijêrên li Ewropayê xwest.
MUNCHEN
Di çalakiya piştevaniyê ya li bajarê Elmanya Munchenê de namzetê HDP'ê û Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, namzetê HDP'ê Tûrgût Oker, Seroka Die Linke ya Bayernê Eva Bûllîng-Schroter, nûnerên ATÎK û DÎDF'ê amade bûn.
Balûken di axaftina xwe ya li çalakiyê de ragihand ku yekane navnîşana gelên bindest û Elewiyan HDP ye û destnîşan kir ku yên dixwazin dawî li dîktatoriya AKP'ê were anîn divê destekê bidin HDP'ê. Balûken bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê û got, "Her dengek wê bibe sîleyek û li zîhniyeta y ekperestî û neteweperestiyê bikeve. Em ê xwe, we bibin Meclîsê. Em nûnerên Îboyan, Mazlûman, Denîzan, Mahîran, Huseyîn û Ûlaşan e. Em bang li her kesî dikin ku di bin sîwanê HDP'ê de bicivin. Eger em demokrasî, aştî, azadî û edaletê dixwazin wê demê navnîşana vê HDP ye.
Di çalakiya ku bi qasî 1500 kes lê amade bûn de Diyar, Silbus û Tarî û Ergîn Xelîkan tevî gelek hunermendên herêmî derketin ser dikê.
OSLO
Li paytexta Norwêc Osloyê jî çalakiya piştgirîna HDP'ê hat lidarxistin. Di çalkaiya li salona Konferansê ya Hølenhall de namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê Altan Tan amade bû.
Tan di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ol bikar tîne û HDP'ê hedef nîşan dide. Tan got, "Em nabêjin bila saziyên dînî rabe. Em dibêjin bila dîn nekeve bin fermana dewletê." Tan ji bo AKP'ê got, "Aqlê sivik, barê giran."
Di çalakiya li Komeleya Çandê ya Kurdistanê de Kerem Arda û ji Koma Piştevaniya Kurdistanê Seher Aydar jî beyannameya HDP'ê ya hilbijartinê xwendin.
Meleyê Mizgefta Bedîûzzeman Mûhamed Arafat jî li vir axivî. Çalakî bi stranên hunermendên herêmî Hêja, Devran û Osman ê ji Kûlû bi dawî bû.