'Vegera gundan vegera li cewhera xwe ye'
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu xebatên xwe yên navçe û gundan didomînin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu xebatên xwe yên navçe û gundan didomînin.
Li Dêrsimê Heyeta ji nûnerên HDP, DBP, Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partîzan û EMEP’ê pêk tê, piştî ziyareta navçeya Pîlemûrî, navçeya Nazmiye ziyaret kirin.
Namzetên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn, Alîcan Onlu û Hevşaredarê Dêrsimê Alî Bul, Alîkarê Hevşaredar Îbrahîm Kasûn tevlî bernameya ziyareta gundan bûn. Heyetê ku bi hilbijartiyên gund re sohbet kirin, daxwaza ji bo gavên vegera gundan bihêz bên avêtin hema hema li her gundî hat rojevê. Namzetên HDP’ê yên Dêrsimê jî bi meclîsên gund re ji bo vegera gundan pêş bikeve bang kirin. Namzeyên HDP’ê yên Dêrsimê jî bang li Dêrsimiyan kirin û gotin ku vegera gundan vegera li cewhera xwe ye.
Heyeta hilbijartinê ya Dêrsimê li Robarê Ramadan ê di Qirkirina Dêrsim a 37-38’an de bi sedan mirov lê hatin qetilkirin find pêxistin û piştî ziyareta gundan ji navçeyê veqetiyan.