Zaroka nîşaneya serketinê li Erdogan kir hat binçavkirin -BI DÎMEN-

Li Êlihê dema konvoya Serokkomarê Tirk Erdogan derbas dibû, zaroka keç a bi tiliyên xwe nîşaneya serketinê kir ji aliyê parêzvanên Serokkomar ve hat binçavkirin.

Li Êlihê dema konvoya Serokkomarê Tirk Erdogan derbas dibû, zaroka keç a bi tiliyên xwe nîşaneya serketinê kir ji aliyê parêzvanên Serokkomar ve hat binçavkirin. Zaroka keç piştî nîşaneya serketinê dike parêzvanên ji cîpeke reş derdikevin zaroka keç li wesayîtê siwar dikin. Hat ragihandin ku zarok birine gundê Basorkê yê Erdogan diçiyê.

...