Fînala mîtîngên HDP'ê li Wanê ye
HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de mîtînga ku di 24'ê Gulanê de pêk bianiya taloqî 6'ê Hezîranê kir. Her wiha xebatên namzetên HDP’ê yên Colemêrgê jî xebatên bênavber didomînin.

HDP piştî lîsteya namzetan û danezana bi şîar "Bangewaziya mirovaiya mezin" ji raya giştî aşkera kir, dest bi xebatên hilbijartinê kir. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de HDP li gelek bajaran mîtîngan li dar bixe. Di bernameya mîtîngan a hatibû aşkerakirin de mîtînga Wanê wekî 24'ê Gulanê hatibû destnîşankirin. Mîtînga Wanê di 6'ê Hezîranê de were lidarxistin. Der barê mijarê Hevserokê HDP'ê ya Wanê M. Veysî Dîlekçî agahî da. Dîlekçî diyar kir ku li ser girîngî û taybetiyên bajar bi navenda HDP'ê re hin nîqaş meşandine û wiha got: "Di encama nîqaşê de mîtînga ku 24'ê Gulanê de bihata lidarxistin me betal kir. Em ê mîtînga Wanê di 6'ê Hezîranê de pêk bînin." Dîlekçî anî ziman ku mîtînga Wanê dê fînala mîtîngên HDP'ê be û got ku hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dê tevlî mîtîngên bibin.
COLEMÊRG
Namzetê HDP’ê yê Colemêrgê bi rêveberên HDP û DBP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de beşdarî civîna Meclisa Taxa Halîfe Dervîş bûn. Di civîna ku welatiyan eleqeyek mezin nîşan da de namzetê HDP'ê yê Colemerêgê Nîhat Akdogan axivî û diyar kir ku di erdnigariya Kurdistanê de dem hatiye ku hesabê lîstik, zilm û zordariya ku hikûmeta AKP’ê li hemberî gelê kurd pêk anîn bipirsin. Akdogan da zanîn ku di vê hilbijartinê de barek giran dikeve ser milên xebatkarên meclisan û wiha axivî: “ Xebatkarên meclisan divê hemû derdor û kesan re hevdîtin pêk bînin û xwe bigihinîn wan.”
Piştî axaftin û guftûgoyan civîna bi dawî bû.