Êlih ji Erdogan ê dibêje 'Pirsgirêka Kurd nîne' nerazî ye

Serokkomarê Tirk Erdogan ê li Êlihê careke din got 'Pirsgirêka Kurd nîne' li nerazîbûna Êlihiyan rast hat. Êlihiyan sedema 17 hezar kuştinên kiryar nediyar û ragirtina bi deh hezaran mirovan bi dehan salan li zîndanan pirsîn.

AKP a ku bi sozên 'Pirsgirêka Kurd', 'Bêkarî-razemendî û projeya vîzyonê' re li Kurdistanê bi salan e desthilatdariya xwe dewam dike, lê ti ji van sozên xwe bicih neaniye, her diçe qels dibe. Israra Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a di gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' de, di nava gelê Êlihê de bi nerazîbûneke mezin hat pêşwazîkirin. Erdogan ê ku ji komeke biçûk re axivî, li gorî îdîayê li ser israra namzetên parlamenterê yên AKP'yî û burokratên dewletê yên li Êlihê derket ser dikê. Erdogan ku temamiya axaftina xwe bi rexnekirina HDP'ê derbas kir, ji ber ku gel ew mîna berê bi girseyî pêşwazî nekir bi awayekî nerazî ji Êlihê derket. Lê belê Êlihî jî ji Erdoganê dibêje 'Pirsgirêka Kurd nîne' gelekî nerazî ye. Welatiyên Êlihê der barê gotinên Erdogan ên 'Pirsgirêka Kurd nîne' de ji ANF'ê re axivîn.

NAÎF CENGÎZ: Serokkomar dibêje 'Pirsgirêka Kurd nîne' lê belê mîna her gelî em jî dibêjin em hene û li vir in. Hebûna civakeke bi çavan tê dîtin, çawa dikare bê înkarkirin? Dibe ku karibe gelê li rojava hînê bixapîne, lê belê êdî nikare Kurdan bixapîne. Derdorek heye ku emrê xwe diyarî malên dinyayê kiriye û tevî ku haya wan ji gotinên înkarê yên Serokkomar heye jî, van kesan wijdanê xwe bi berjewendiyan re guhertiye. Beşeke mezin a civakê ji gotinên Serokkomar aciz e.

FIRAT BALCI: Ya rast gelê Kurd yekemcar ji serokwezîrê dewletekê bawer kir û di asteke ne kêm de destek da AKP'ê. Ji ber ku gelê Kurd ev digot; 'Bila destê vê hikûmetê xurt bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe'. Lê belê di roja îro de Serokkomarekî berevajî gotinên xwe yên berê bilêv dike heye û dibêje 'Pirsgirêka Kurd nîne'. Eger pirsgirêka Kurd tinebe çima 4 hezar 700 gundên Kurdan hatin şewitandin? Bi sed hezaran mirovên ji gelê me çima neçarî koçberiyê hatin hiştin? Bi deh hezaran Kurd çima di îşkenceyê re hatin derbaskirin û li zîndanan hatin bicihkirin. Ji sala 1980'î vir ve çima zêdeyî 80 ciwanên Kurd hatin îdamkirin? Pirsgirêka Kurd û rewşa wê ya giran di rojeva tevahiya cîhanê ye. Di rewşeke ku Neteweyên Yekbûyî bi xwe jî dixwaze di çareseriya vê pirsgirêkê de cih bigire de gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' tê wateya înkarkirina hebûna gelekî ji mîlyonan mirovî. Yekane tirsa Serokkomar ketina HDP'ê ya meclîsê ye. Ji bo pêşî li vê bigire, bingehê ji her şêwe provokasyonan re amade dike. Li maseya heyî ji her cureyî xwarin heye, lê dibêjin 'Bila Kurd nan û bîvazê bixwin'. Ya em ê xwarina li ser maseyê parve bikin, yan jî bi dengên ji HDP'ê re em ê wê xwarina li ser maseyê li Erdogan bikin jehr û zuqim.

FERMAN KIRMIZITAŞ: Erdogan ji dil nabêje. Ew bi xwe jî ne Tirk e. Yekane tirsa Serokkomar derbasbûna HDP'ê ji bendê ye. Ji ber ku dizane eger HDP bikeve meclîsê wê ji partiya wê hesabê bipirse, serî polîtîkaya red û înkarê dide. 13 sal in Kurd xapan lê belê bi helwesta xwe ya li hemberî komkujiya Kurdan a li Kobanê re Kurd gelekî êşand. Ji mirina zarokên Kurdan re çepik lê da. Êdî dîn jî bikar tînin. Ji ber ku yên dîn bikar bînin gelo çawa dikare behsa dîn û îmanê bike? Eger ez diziyê bikim, mafê sêwiyan bixwim, wê demê ez dikarim bêjim bawerî û îmana min heye?

VEHBÎ AGDÛ: Hestiyê bi hezaran mirovan hînê jî derneketine holê. Ev mirovên hatin windakirin, gelo ne ji ber parastina nasnameya xwe hatin windakirin? Zîndan bi mirovan re dagirtî ne. Ewqas ciwanan mal, milk, malbat, hevserên xwe berdidin û diçin çiyê, çima? Însan ewqasî jî nabe. Tu yê ji Kurdan re bêje 'Pirsgirêka Kurd nîne' û bi salan di ser pişta Kurdan re bibe desthilatdar, niha jî tu yê rabî înkar bike. Hemû desthilatdarên heta niha dihatin ser desthilatdariyê ev digotin; 'Hûn ne Kurd in, naxwe hûn terorîst in'. Niha Serokkomar Erdogan eger di vê mijarê ji dil be, wê Kurd li gorî vê rêyekê diyar bike. Li Rojhilata Navîn êdî kes wê nikaribe Kurdan înkar bike. Ya wê jiyaneke bi rûmet û wekhev qebûl bikin, yan jî wê Kurdan li hemberî xwe bibînin.

NASRETTÎN BOZKÛRT: Serokkomar li Amedê zimanekî cuda bikar tîne, li Enqereyê polîtîkayeke cuda dişopîne. Dema li balafirê siwar dibe gotinên hîn xetere bikar tîne. Partiya Erdogan ê pirsgirêka Kurd înkar dike AKP, wê bibînin ku bi çi rengî di vê hilbijartinê de dibe partiya tabela.