Namzetên HDP'ê yên Amedê xebatên xwe bê navber didomînin
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca li gel Hevşaredar Sûrê Fatma Şik Barût û rêveberên DBP'ê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de kargehên tuxle yên li Sûrê ziyaret kir.
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca li gel Hevşaredar Sûrê Fatma Şik Barût û rêveberên DBP'ê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de kargehên tuxle yên li Sûrê ziyaret kir.
Xebatên partiya Demokratîk a Gelan HDP yên ji bo hilbijartinên 7 Hezîranê bê navber didomin. Îro heyeteke ku di nava de namzeta HDP Feleknas Ûca, hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, Hevserokê Navçeya Sûrê ya DBP'ê Alî Riza Çîçek tevî rêveberên partiya DBP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinan de çûn serdana hemû kargehên tuxlayê yên girêdayî Sûrên Amedê û bi kedkaran re li ser girîngiya van hilbijartinan rawestiyan.
Heyetê di serî de li pirsgirêkên xebatkarên van kargehan guhdarî kir û paşê jî namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ji xebatkarên kargehan re behsa rewşa siyasî û girîngiya van hilbijartinan kir.
Ûca diyar kir ku partiyên siyasî û hilbijartin hêmana herî bingehîn a demokrasiyê ye û wiha axivî: "Pêwîst e hilbijartin adil, demokratîk, dirûst û bi serbestî bên kirin. Benda ji sedî 10 ne adil e."
Feleknas Ûca ku gelek salan li parlementa Ewropayê xebatên girîng ji bo doza Kurd bi Ewropayê bide nasîn kirin, di vê serdanê de jî ji xebatkarên ku bi kedek mezin debara xwe dikin re got ku HDP wê bibe deng û berdevkê hemû kedkaran.
Ûca di berdewamiya axaftina xwe ya ji kedkaran re got, "Tevî hemû astengî û benda hilbijartinê ya ne adilane wê HDP’ê bi dengê we û bi vîna we ya ji bo çareseriyê vê benda zalim derbas bike. Hebûna HDP di parlamentê de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibin şensekî mezin û firsendekî dîrokî ye û her wiha ji bo pêşeroja demokratîk a hemû Tirkiyeyê girîng e."