Gerîlayan ji bo dermanên xwezayî dest bi berhevkirina nebatan kirin -BI DÎMEN-

Gerîlayan bi hatina biharê re, ji bo dermanên xwezayî çêbikin, dest bi berhevkirina nebatan kirin.

Li Herêmên Parastina Medya, ji bo gerîlayên jin bo xebatên tipê yên ku nebatên xwezayî û alternatîf pêk tên, demsala berhevkirina nebatan destpê kir. Bi hatina biharê re bi dehan gerîla ji bo dermankirina gerîlayan, di nava hevkariyê de dest bi berhevkirina nebatan kirin.

Nebatên ku ji gelek nexweşiyan re bi feydeye, hatin berhevkirin, ji gerîlayên jin ên  di nuqteya tenduristiya xwezayê de pisporên agahiyên têkildarî tenduristiyê de hatin girtin.

Gerîlayan diyar kir ku hewcedariyên bi dermanên ku madeyên kîmyewî dihundirîne, li gorî berê kêmtir bûye.

Gerîlayan destnîşan kir ku kulîlka beybûnê ku tê hişkkirin şûnde çaya wê ji bo tenduristiyê gelek baş e û gotin ku nebatên heta meha Hezîranê berhev dikin, hewcedariya wan ya salekê ya dermanan peyda dibe.