Li Dragûîgnanê şahiya ji bo destekkirina HDP'ê

Li Başûrê Fransayê bajarê Dragûîgnanê, şeva piştgirîdayîna HDP'ê hat lidarxistin.

Di çalakiya ku namzetê parlamenteriyê yê Erzîromê Zahîd Ûzûn û namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Mensûp Işik lê amade bûn de, zêdebûna tevlîbûna jin û ciwanan bal kişand.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa Kurdistanê û cîhanê Ûzûn axivî û diyar kir ku ew ê di 7'ê Hezîranê de AKP'ê di sindoqê de asê bikin. Namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Işik jî anî ziman ku gelê Kurd bi salane di bin mêtîngeriyê de ye û ew ê di 7'ê Hezîranê de dawî li vê rewşê bînin.

Işik ragihand ku ew bawer e ku Kurd hemû li ruhê berxwedanê yê Kobanê, cangorî û nirxên xwe xwedî derkevin û got, "Em neviyên Seyid Riza, Ehmedê Xanî, Şêx Seîd û rêhevalên Kemalan, Xeyriyan, Mazlûman û Egîdan, em ê bi ser bikevin."

Piştî axaftinan Hozan Menal, Sosin û Hemê Hecî derketin ser dikê û dûre skêça bi navê "Dîn û Biaqil" hat lîstin.

Şeva piştgiriyê bi gerandina govendê bi dawî bû.