Li Amedê ji ber hatina Erdogan tedbîrên ewlehiyê

Beriya ku Serokkomarê Tirk Erdogan bê Amedê, li bajar rewşeke weke OHAL’ê tê jiyîn. Ji bajarên weke Wan û Rihayê gelek polîs anîn bajar.

Beriya ku Serokkomarê Tirk Erdogan bê Amedê, li bajar rewşeke weke OHAL’ê tê jiyîn. Ji bajarên weke Wan û Rihayê gelek polîs anîn bajar. Di serî de li navçeya Baglar a Amedê, li gelek deverê  esnafan ji bo hatina Erdogan protesto bikin, dukan venekirin.

Beriya  hatina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a bajar, li Qada Îstasyonê ya wê mîtîng pêk bê, hemû rê li trafîkê hatin girtin. Erdogan ji bo li Amed û Êlihê beşdarî merasîma vekirina komî bibe, tê herêmê, piştî Êlihê  wê li Amedê mîtîngekê pêk bîne. Li Amedê polîs ji bo mîtîngê seferber bûn. Tedbîrên ewlehiyê yên ji aliyê polîsan ve hatin girtin, dîmenên OHAL’ê jî derbas kirin û hat hînbûn ku ji Wan û Rihayê polîs û barîkat hatine teqwiyekirin.

Dîsa li her kolan û taxên Amedê polîs digerin û nîvîsên weke PKK, YPG û dirûşmên li dîwaran hatibûn nivîsîn jî bi boyaxê hatin girtin.

Gel bertek nîşanê hatina Erdogan da û ji saetên sibê û şûnde di serî de li Baglarê û gelek nuqteyan dikan nehatin vekirin.
Ji ber mîtînga ku Erdogan li Amedê pêk tîne, civîna Meclîsa Neteweya Biçûk a Tirkiyeyê jî di nav de, hemû bernameyên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, ji aliyê Walîtiyê ve hatin betalkirin.

Li dora qada mîtîngê Akreb, TOMA, polîs û panzer her diçin zêdetir dibin.