Li Saarbruckenê çalakiya ji bo piştgiriya HDP'ê
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê bi beşdariya bi hezaran kesî çalakiyek ji bo piştgiriya HDP'ê hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê bi beşdariya bi hezaran kesî çalakiyek ji bo piştgiriya HDP'ê hat lidarxistin.
Çalakiya ku Komeleya Çanda Kurd a Saarlandê, AABF, Kolektîfa Dêrsimê, AGÎF, DÎDF û gelek demokratên şoreşger ên serbixwe destek danê, saet di 15:30 de destpê kir.
Parlamentera HDP'ê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak jî beşdarî çalakiyê bû. Irmak di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser xebatên li Ewropayê û got, "Xebatên li Ewropayê tên meşandin û hêviya derketiye holê, hêzê dide me. Ez bawerim ku di 7'ê Hezîranê de bi dengên ji Ewropayê hatiye re sûltanê li qesrê wê cihê xwe winda bike." Irmak di dewama axaftina xwe de got, "Sûltanê li qesrê, ji ber armancên HDP'ê û eleqeya zêde ya gel ji niha ve xewnên xwe nexweş dibîne. Psîkolojiya wî xera bûye. Li pêşberî rêjeya dengan a HDP bi dest bixe, R. Tayyîp Erdogan wê di 7'ê Hezîranê de ji aliyê psîkolojîk ve rewşa wê wê xerabtir bibe."
Irmak ji Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn re got, "Mirovên me yên li Ewropayê gava diçin ser sindoqê bila li neçariya bi salan e li sirgûniyê dijîn bifikirin û li gorî wê dengê xwe bikar bîne. Ji bo guhertina sîstema ku ew bi salan neçarî jiyana li sirgûnê hiştiye divê dengê xwe bide HDP'ê. Û bi vê zanebûn û hişmendiyê HDP'ê hilbijêrin."
Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê û Hevserokê Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya li Ewropayê Ozgur Oz jî di axaftina xwe de anî ziman ku HDP yekane projeya rizgariya gelan û komên cuda yên baweriyane û got, "Wesîfeya me ya eslî ew e ku di 7'ê Hezîranê de ji bo xatirê Mazlûm, Kaypakkaya, Mahîr, Denîz, Apê Mûsa û hemû şehîdan biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê. Weke Federasyonê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di 7'ê Hezîranê de dengê xwe bide HDP'ê."
Çalakî bi stranên Hozan Emekçî û gelek komên herêmî dewam kir.