Ji YPG/YPJ'ê çalakiyên bi bandor

Di roja 230. a berxwedana Kobanê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li Til Hemîs ê kantona Cizîrê di çalakiyeke YPG/YPJ'ê de 7 çete hatin kuştin. Li derdora Til Temirê jî di operasyona lêgerînê de 18 termên çeteyan tevî hejmarek ji çekan hatin dîtin.

Di roja 230. a berxwedana Kobanê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li Til Hemîs ê kantona Cizîrê jî di çalakiyeke YPG/YPJ'ê de 7 çete hatin kuştin. Li derdora Til Temirê jî di operasyona lêgerînê de 18 termên çeteyan tevî hejmarek ji çekan hatin dîtin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê pevçûnên dawî yên li Kobanê û rojavayê Kantona Cizîrê de agahî da.

LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê diyar kir ku di roja 230. a berxwedana Kobanê de hêzên YPG/YPJ'ê duh li hemberî çeteyên li girê Mirabba yê li başûrê Kobanê bicih bûbûn çalakî pêk anîne û di encamê de 2 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê li gundên Elganê û Ernê yên li heman eniyê êrîşek lidar xistin û di encama bersiva tund de pevçûnên dijwar qewimiye. Li gorî daxuyaniyê 4 çete li vir hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne.

LI TIL HEMÎSÊ ÇALAKÎ: 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev li derdora gundê Xîzêla yê li başûrê Til Hemîsê hewl dane êrîşê bikin û got, "Hêzên me van çeteyên ku amadekariya êrîş dikirin ferq kirin û êrîş birin li ser wan. Pevçûnên ku piştî mûdexaleya hêzên me destpêkir heta derengiya şevê berdewam kir. Di van pevçûnan de bi qasî hat zelal kirin 7 endamên çete hatin kuştin."

LI DERDORA TIL TEMIRÊ 18 TERMÊN ÇETEYAN HATIN DÎTIN

Navendê da zanîn ku hêzên YPG/YPJ'ê ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya 30'ê Nîsanê li Til Temir û derdora vê şikandibûn li van qadan xebatên lêgerînê meşandin û got, "Di encama van xebatan de hêzên me tevî 18 termên çeteyan dest danîn li ser 24 kleş, 30 şarjorên kleşê, 4 roketavêjên B7, 1 BKC û gelek cebilxaniyên a van çekan."