'Rewşa çiyê ya bi Jin' li Amedê qedexe ye
Dagin Kadin Halî/Rewşa Çiyê ya bi Jin, a pêvajoyên rizgariyê yên jinan bi portreyan vedibêje, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat qedexekirin.
Dagin Kadin Halî/Rewşa Çiyê ya bi Jin, a pêvajoyên rizgariyê yên jinan bi portreyan vedibêje, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat qedexekirin.
Dagin Kadin Halî/Rewşa Çiyê ya bi Jin, a ji aliyê nûçegihana ETHA û ANF’ê Arzu Demîr ve hat amadekirin, pêvajoyên rizgariyê yên jinan bi 11 portreyan gerîla vedibêje, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat qedexekirin.
Weşanxaneya Ceylan a pirtûk weşand, ji Welat Yildiz û Ercan Kurt ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên ragirtin re pirtûk şand. Lê belê pirtûk bi hinceta, “di pirtûkê de nivîs û wêneyên pesnên sûc û sûcdar didin hene, propagandaya rêxistinê heye” Desteya Perwerdeyê ya Girtîgehê destûr neda pirtûk bikeve girtîgehê.
Welat Yildiz ê têkildarî mijarê faks şand got: “bi hinceta propagandata rêxistinekê hatiye kirin, dayîna vî cezayî, hela li hember kesekî ku ji wê rêxistinê ceza wergirtiye gelo ne pir ecêbe.”
Li dijî qedexeyê îtîraza Yildiz a li Dadgeriya Înfazê ya Amedê jî hat redkirin. Yildiz got ku wê li Dadgeha 2. Cezayê Giran a Amedê jî îtîraz bike û got: "Eger ew jî nebe, Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME. Em çawa bikin, ew qedexe dikin em îtîraz dikin.”
Berî niha jî pirtûka “Dagin Kadin Halî/Rewşa Çiyê ya bi Jin” tevî ti lêpirsîn jî der barê wê de nînin li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Kandira “bi xetere” hatibû îlankirin û pirtûk nedabûn “girtiyê bi navê Bariş Înan.