Ji damezrînerên PKK'ê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn.
ANF
QENDÎL
yekşem, 3 gulanê 2015, 11:55
Ji damezrînerên PKK'ê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, di salvegera 32. a ji destdayîna jiyana xwe de li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn.
Di merasîma bi beşdariyeke girseyî ya gel û gerîla pêk hat de, Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan, Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir, Besê Erzîncan, Savaş Amed, ji Fermandarên YJA Starê Jîndar Tirk û malbata Karasûngûr amade bûn. Xwendekarên dibistana seretayî ya Mehmet Karasûngûr a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî beşdarî merasîmê bûn.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan li merasîmê peyivî û diyar kir ku ew ji damezrînerên PKK'ê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ê li Enqereyê tevlî komê bû bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Kaytan got, "Îro di kesayetiya wan de bejna xwe li pêşberî hemû şehîdan bi rêzdarî ditewînin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Berî 32 salan em hatin vê xakê. Yek ji pêşengên herî girîng ên vê rêyê rêhevalê Mehmet Karasûngûr bû. Ew beriya her kesî li vê xakê geriya û ji bo em li vir bicih bibin xebat meşand. Di demeke bi vî rengî de di destpêka salên 1980'î de wî hem ji berxwedana çekdarî ya li Bakurê Kurdistanê re pêşengî, lîdertî kir, hem jî ji bo têkiliyê bi têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê re deyne, derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Di heman demê de bi Başûrê Kurdistanê re jî têkilî danî û hewl da qadekê ji me re veke. Di şert û mercên wê rojê de li 3 parçeyên Kurdistanê di asta pêşengiyê de xebat meşand."
'HER TIŞTÊN XWE XIST BIN XIZMETA GELÊ XWE'
Kaytan anî ziman ku feraseta PKK gihand van rojan û malî gel kir, berxwedana Hîlwan û Sêrekê ye û got, "Têkoşîna ku têkoşîna me kir xwedî bingeh, kir malê gel, li qada navneteweyî û asta herêmî weke tevgereke nû da naskirin, berxwedana Hîlwan û Sêwerekê ye. Rêhevalê Karasûngûr jî fermandarê berxwedana Hîlwan bi taybetî jî ya Sêwerekê bû. Li vir heta dawiyê di asta pêşengiyê de xebat meşand û her tiştên li gel xwe xist bin xizmeta gelê xwe."
Kaytan da zanîn ku Karasûngûr ji bo ev qadên gerîla bibin baregehên îro yên gerîla pêşengtiyeke girîng kiriye û ji bo vê jî di her şert û mercî de têkoşiyaye. Kaytan got, "Di sala 1979'an de di şert û mercên ku rejîma Şah li Îranê bi giranî tine bûbû û rejîma nû hînê serdestiya xwe qewîn nekiribû de, ew derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Li Rojhilatê Kurdistanê xebat meşand û piştî darbeya 1980'î dema em derketin derveyî welat, hevalê ku herî dereng gihaştibû qada Lubnanê. Dûre jî yê ku herî zû derbasî nava xaka welat bû. Dema me di sala 1982'an de hêzên xwe li welêt vegerandin, ji bo li cihên hatine diyarkirin bicih bibin, xebatên pêşengiyê meşand."
Kaytan kesayetiya dilnizm a Karasûngûr vegot û got, "Hevalê Karasûngûr yek ji alîkarên herî nêz ên Rêbertiyê bû. Ji bo dilnizmiya wî vebêjim vê tînim ser ziman. Ew yek ji delegeyên kongreya me ya partîbûyînê bû. Lê belê ew di vê demê li hemberî gengaziya êrîşên çeteyan û dewletê, tercîh kir ku li qada pratîkê be. Ji ber vê yekê, tevî ku delege bû jî tevlî kongreya destpêkê nebû. Di kongreya 1. de diviyabû me ji bo Rêbertiyê du alîkar hilbijarta û hevalê Karasûngûr jî alîkarê destpêkê bû ku hat hilbijartin. Piştî hevalê Heqî hevalê destpêkê bû ku ji bo alîkariya Rêbertî hat hilbijartin. Û bi dengê hebû hevalan hat hilbijartin. Lê belê dema ev rewş jê re hat ragihand, wî diyar kir ku ew nikare vê wezîfeyê qebûl bike. Anî ziman ku hevalên ji wî bêhtir xwedî tecrûbe hene, lewma divê ew vê wezîfeyê bimeşînin. Bi vî rengî wezîfeya alîkariya Rêbertiyê qebûl nekir û wezîfeya endametiya navendê dewam kir. Lê belê di fermiyetê de nebe jî di pratîkê de ew her tim alîkarê Rêbertiyê bû. Rêbertî di nava vê tevgerê de rastiya dilsoziya bi şehîdan re ye. Rêbertî berdevkiya rastiay şehîdan e. Divê em vê rastiyê ti carî ji bîr nekin. Dilsoziya bi Rêbertiyê re dilsoziya bi şehîdan re ye. Li ser vê bingehê di kesayetiya rêhevalên Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn de bejna xwe bi rêzdarî li pêşberî bîranîna hemû şehîdan ditewînim û em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bê dawî bidin jiyîn."
ZARÎFE KARASÛNGÛR: ME XEYALA XWE YA HERÎ MEZIN BICIH ANÎN
Piştî axaftina Kaytan xwişka Karasûngûr Zarîfe Karasûngûr li ser navê malbatê mafê axaftinê girt û diyar kir ku di serî de Karasûngûr ew li pêşberî bîranîna hemû cangoriyan bi rêzdarî bejna xwe ditewîne.
Karasûngûrgot, "Ji bo me bûyîna malbata Karasûngûr cihêrengî û rûmeteke mezin e" û anî ziman ku weke malbata Karasûngûr heta roja îro hewl dane hêjayî nirxan be û ji niha û pê ve jî wê di nava heman hewldanan de bin. Zarîfe Karasûngûr ragihand ku ew heta roja îro bi nirxên xwe re hebûn û ji niha û pê ve jî wê bi dilsoziya bi nirxên xwe re jiyana xwe dewam bikin.
Zarîfe Karasûngûr got, "Yên ku darên hişk şîn dikin hûn in" û bîranîneke xwe ya bi Mehmet Karasûngûr re bi gerîla re parve kir: "Rojekê em bi hev re em li parkekê li bin dareke çinarê ya mezin rûniştibûn. Dema min xwest ava vedixwim birijînim, wî ji min re got, eger tu birijîne binê darê, wê şîn bê. Min jî jê re got, keko dara hiş bûye wê çawa şîn bê. Wî jî got eger tu jê bawer bike, wê şîn bibe. Niha difikirim, ji ber ku wî bawer kir îro hûn şîn bûne. Vaye li vir civatek heye ku ji tevahiya cîhanê re dibêje me hene. Ji ber vê yekê em îro li pêşberî we ne. Ji me bêhtir îro hûn xwedî li mîrateya Karasûngûr derdikevin. Em mînetdarê we ne û parvekirina vê bîranînê bi we re xeyala me ya herî mezin bû. Vaye îro me ev xeyala xwe bicih anîn. Spasiyên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim û ji we hemûyan re serketinê dixwazim."
Piştî merasîma bîranînê, xwendekarên dibistana seretayî ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, li ser gora Karasûngûr helbest xwendin.
Paşê malbata Karasûngûr, gel û gerîlayan kulîlk danîn ser gora Mehmet Karasûngûr û muze ziyaret kirin.