Tevgera leşkerî zêde dibe

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li qadên gerîla zêde dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) der barê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG'ê ragihand ku keşfa li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike û got, "Di 2'ê Gulanê saet di navbera 08:00 - 09:00 de li ser qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker, keşif kirine. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde dibe. Li gorî vê yekê;

Ji saet 04:00 ê 2'ê Gulanê heta danê nîvro yê 3'ê Gulanê (îro) li herêma Zagrosê, di 2'ê Gulanê saet di navbear 17:00 - 23:00 û 2'ê Gulanê ji saet 05:00 heta danê nîvro li qada Avaşîn û Şukê, di 3'ê Gulanê saet di navbera 08:00 - 09:00 de li ser qada Xaça Reş a navçeya Bedlîs Motkî, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C keşif kirine."

HPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da:

"Di 2'ê Gulanê saet di 12:00 de artêşa T.C a dagirker bi 6 maşînan dor li gundêK Kançiya yê navçeya Erzîrom Qereyaziyê girtiye û ketin û derketina gund qedexe kiriye. Artêşa Tirk bi vî rengî li herêmê dest bi operasyonê kiriye. Operasyon saet di 16:00 de bi awayekî bê encam mayî, bi dawî bûye."