Balûken: Bi Ocalan re me hevdîtineke nû nekirine

Endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken got, "Tayyîp Erdogan der barê pêvajoya çareseriyê de pozîsyona xwe ya stratejîk destnîşan kir." Balûken diyar kir ku wan bi Ocalan re hevdîtineke nû nekirine.

Endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken got, "Tayyîp Erdogan der barê pêvajoya çareseriyê de pozîsyona xwe ya stratejîk destnîşan kir. Girîng e daxuyaniyên wî yên li meydanên hilbijartinê jî di vê çarçoveyê de werin nirxandin. Eger AKP bi xurtî ji hilbijartinê derkeve û HDP'ê di binê bendê bihêle, gelê me wê bi pêkanînên pratîkî yên van daxuyaniyan re rû bi rû bimîne. Ev pratîk jî wê helwesteke ku Kurdan red dike, be." Balûken da xuyakirin ku Ocalan re wan hevdîtineke nû jî nekirine.

Endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken bi rêya telefonê beşdarî weşana Med Nûçe bû û der barê pêvajoyê de daxuyanî da.

Balûken got, "Bi Ocalan re pêwendiyeke me ya nû nebûye" û destnîşan kir ku daxuyaniyên Erdogan û Davûtoglû jî vegera li demên berê ye. Balûken got, "AKP'ê di mijara fikar û gumanên li ser pêvajoyê de hişyariyên me yên heyî bi têrkerî fêm nekir" û diyar kir ku herî dawî wan beriya 2 hefteyan bi rayedarên dewlet û hikûmetê re hevdîtinek kirine.

Balûken anî ziman ku di wê hevdîtinê de ji wan re hatiye ragihandin ku heyetên dewletê wê bikeve nava hin têkiliyan û piştre Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê wê karibe biçe Îmraliyê, lê belê ji wê demê û vir ve aliyê dewletê bersiv nedaye wan.

Îdrîs Balûken daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî nirxand û ev xal destnîşan kir:

"Girîng e hikûmet pêvajoyê rast bixwîne. Di mijara pirsgirêka Kurd de di navbera hikûmetê û Erdogan de heta demekê nêzîkatiyeke dudilî hebû. Lê belê dema mirov li 2-3 hefteyên dawî dinêhirin xuyaye ev cudahî bi dawî bûye û gotinên Tayyîp Erdogan derbasdar e. Ji ber vê yekê, divê gelê me li gorî gotinên Tayyîp Erdogan daxuyaniyên AKP'ê û nêzîkatiya wê ya li pêvajoyê binirxîne.

Gelê me li gelek deverên em diçinê dibêje ku ev gotinên Tayyîp Erdogan dibe ku ji bo wergirtna dengên neteweperestan be û ji ber vê yekê pêngaveke taktîkî be. Lê belê dema rewşa heyî li ber çavan were girtin, wê demê tê dîtin ku ev yek stratejiyek ji bo qedandina pêvajoya çareseriyê ye."

Balûken, ji bo pirsa li ser encamên vê guhertina biryara stratejîk a AKP'ê de ev nirxandin kir:

"Pêwîste gelê me nekeve nava bendewariyeke ku Erdogan ê mase û çareserî red kiriye, pozîsyona xwe guhertiye, weke ku tiştek nebûye pêvajoya çareseriyê dewam bike. Ev yek wê şaşitiyeke mezin be. Tayyîp Erdogan der barê pêvajoya çareseriyê de pozîsyoneke stratejîk datîne holê. Pêwîste daxuyaniyên wî yên li meydanên hilbijartinê jî bi vî rengî werin nirxandin. Eger AKP bi xurtî ji hilbijartinê derkeve û HDP'ê di binê bendê bihêle, gelê me wê bi pêkanînên pratîkî yên van daxuyaniyan re rû bi rû bimîne. Ev pratîk jî wê helwesteke ku Kurdan red dike, be. Ji ber vê yekê, encamên hilbijartinê ji bo rêveçûna polîtîkaya AKP'ê ya dema pêş, gelekî girîng e. Ez dixwazim ku tevahiya gelê me vê yekê weke hişyariyekê fêm bike."