Konferansa Jinûve avakirina Kobanê didome

Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim, berî dest bi axaftina xwe bike beşdarên konferansê silav kir û diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê welatiyan di parastina Kobanê de cih girtin.

Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî berî dest bi axaftina xwe bike hûn beşdarên konferansê silav kirin û xêrhatin wan kirin. Muslîm diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê welatiyan di parastina Kobanê de cih girtin û wiha got: "Rola sereke jî jinan lîst. Hemû kesan berxwedana jine ji xwe re kire bingeh. Êrîşên li hemberî Kobanê bêtehmûliya hêzên tarîbû." Parlamenterê Başûr Elî Xebur jî bal kişand ser yekîtî û yekbûna Kurdan.

Ji bo Kobanê ya ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana bêhempa ya hêzên YPG û YPJ’ê hate azadkirin konferansa ku jinûve bê înşakirin li Amedê bi tevlîbûna 350 delegeyan dest pê kir. Konferansa bi dirûşma “Jinûve avakirina Kobanê xwedîderketina nirxên mirovahiyê ye” li Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn bi axaftinan berdewam dike. Piştî vekirina axaftina konferansê diwan hate hilbijartinê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran ji serokatiya dîwanê re hat hilbijartin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek axaftinek kin kir û balkişand ser girîngiya konferansê û yekîtiya gelê Kurd. Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli axivî. Anli diyar kir ku ew ê di encama konferansê de ji bo avakirina Kobanê xebatekî hevpar pêk bînin. Anli anî ziman ku Kobanê şoreşa jinê ye û bi berxwedanê nirxên hemû mirovahiyê pêk anîn.

MUSLÎM: XWEDÎDERKETINA LI KOBANÊ XWEDÎDERKETINA LI NETEWEYA KURD E

Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî berî dest bi axaftina xwe bike hûn beşdarên konferansê silav kirin û xêrhatin wan kirin. Muslîm diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê welatiyan di parastina Kobanê de cih girtin û wiha got: "Rola sereke jî jinan lîst. Hemû kesan berxwedana jine ji xwe re kire bingeh. Êrîşên li hemberî Kobanê bêtehmûliya hêzên tarîbû. Îro ambargoya li ser jî pêk tê ji ber vê yekê ye. Armanca êrîşan xistina vîna gelê Kurd bû. Lê şervanên YPG û YPJ'ê bi berxwedaneke mezin bersiva wan êrîşan dan. Çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê îlonê de li sê aliyan de êrîş kirin. Lê şervanên azadiyê bi alîkariya koalasyonê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê şikandin û careke din Kobanê rizgarkirin. Parastina Kobanê parastina mirovahiyê ye. Kobanê diroka mirovahiyê nivîsand. Xwedîderketina Kobanê xwedî derketina netewaya gelê Kurd e. Li Rojhilata Navîn hemû pêkhatyên din wê di nava demokrasiyê de bi hev re bijîn. Em ê li ser bingeha ku li Sûriyeyê hemû pêkhate bi ol bawerî û zimanê xwe, xwe rêve bibin xebatên xwe bimeşînin. Em di wê heviyê de ne ku hemû gel sazî û rêxistin dê ji bo jinûve avakirina Kobanê alîkariyan bidin me. Ji bo ku zarok vgerin dibistnanên xwe û gelê Kobanê li ser axa xwe bijîn."

DÎCLE: DIVÊ EM KOBANÊ BI PIŞTGIRIYA KOBANÊ AVA BIKIN

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî diyar kir ku dijminên Kurdan ên sedsal gelê Kurd parçe dikirin û bindest kirin nîha jî dixwazin heman yekê bidomînin. Dîcle anî ziman ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hov ên li ser Rojava Kurdistanê mînak vê yekê ne û wiha got: "Ciwanên me bi canê xwe êrîşên DAIŞ'ê şikandin. Em hemû şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin. Çeteyên DAIŞ'ê ji sê aliyan de Kobanê dorpêç kirin û ketin Kobanê. Berxwedana Kobanê weke berxwedana Stalîngrad bû û ne hişt ku Kobanê bikeve. Her wiha hatina pêşmergeyan a Kobanê jî girîng bû. Ji ber êrîşan Kobanê hilweşiya. Divê em Kobanê bi piştgiriya gelê Kurd ji nû ve bê avakirin. Herkes dizane ku em li dijî hilweşîna Kobanê ne. Ji bo koçberên Kobanê vegerin û bajar bê çêkirin xebatên lezgîn pêwîste. Pêwîsti bi komxebat û konferansan hene. Ji aborî, çandî, fizikî û her aliyan de ji bo em ji nûve bajar ava bikin pêvîstî bi alîkariyê heye. Ji bo vê yekê divê hemû kes Kantonên Rojava nasbike. Bi taybetî jî rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê. Em ê xebatên xwe di her aliyan de bi rêxistinkirinê bimeşînin. Em hêvî dikim ku emê Kobanê ji nû ve ava bikin."

ABDULLAH: YEKÎTIYA HERÎ MEZIN ŞEHÎDÊN KOBANÊ AVA KIRIN

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah jî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên têkoşînê bîranîn û şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê, Cizîr, Şengal û Kerkûkê di çeperan de ber xwe didin silav kir. Abdullah anî ziman ku konferans ji bo gelê Kurd di asta konferansa neteweyî de ye û yekemîn konferansa neteweyî ji bo bajarê Kobanê pêk tê. Abdullah anî ziman ku di dîroka gelê Kurd de gelek komkujî, enfal, Helepçe çêbûn gelek bajarên Kurdan hatin xirabkirin lê cara yekemîn e ji bo bajarekî xwe ji çar aliyên Kurdistanê delegasyon hatine cem hev û wiha got: "Di konferansê de em dê çawa bajarê xwe ava bikin û jiyana gelê xwe ava bikin nîqaş bikin. Ev yek jî encama berxwedana Kobanê û encama destketiya yekîtiyê ye. Kombûna me encama vê yekê ye. Kobanê bi berxwedana xwe pêşengiya neteweya Kurd kir. Di berxwedana Kobanê de ji her çar aliyê Kurdistanê ciwanan cih girt û şehîd ketin. Yekîtiya herî mezin şehîdên Kobanê ava kir. Bi berxwedana Kobanê li ser sînor gelê kurd nobet girt û çavên wan li Kobanê bûn û berxwedana Kobanê jiyîn. Ji her çar aliyên Kurdistanê meş û serhildan ji bo Kobanê çêbûn. Di encama vê yekîtî berxwedanê de di aliyê siyasî û dîplomasî de jî bala cîhanê kişand ser xwe. Ev yek ji bo gelê Kurd destketiyeke gelek mezin bû.

'DIVÊ SIYASETA LI SER DERIYÊN SÎNOR TÊ KIRIN RABE'

Berxwedana Kobanê ji bo mirovahiyê û hêzên navneteweyî peyamekî gelek girîng bû. Li vir dê encamekî dîrok derbikeve holê. Mijarên di ev konferans de bi pêşniyar û ramanên hevbeş ên ji bo Kobanê derbikevin holê. Ev konferans di aliyê siyasî û dîplomasî de ji bo hemû hêzan gelek girîng e. Di serî de pergala Rojava pergala kantonanan e. Ev berxwedanekî ji bo mirovahiyê ye. îro ev giştiye astekî her bilind. Ji bo zirara li ser rojava rabe, derî bên vekirin, ji bo ku siyaseta li ser deriyan tê meşandin rabe, siyaseta çareseriya Suriyeyeke demokratîk divê derî neyên girtin. Divê hemû hêzên siyasî û navneteweyî bikevin nave hewildanan da ku zirara li rojava pêk hatî rabikin. Ji bo Kobanê divê deriyê sivîl ên ku 24 seat vekirî hebe û çi ji Koban re pîvîst be biçe. Konferans erekî girîng dide pêşiya me. Ji bo înşayê piştgiriya heya niha çêbû piştgiriyekî girîng e. Ji ber ku ev konferans konferansekî neteweyî ye divê hemû Kurd keda xwe nîşan bide û em biryarên hevbeş bigirin. Divê kampanyayek bê destpêkirin. Konferansekî navneteweyî dê li Ewropayê jî bê lidarxistin. Ji bo berxwedana Kobanê bibe malê tevahî kurd û malê navneteweyî divê beşekî Kobanê bibe muze. Divê em hesabên siyasî yên biçûk nekirin. Divê hesabên me berî hizbî û berjewendiyên teng neteweyî bin. Em hemû neteweyî ne pişt re em bûn hîzb. Erkên me hemûyan ji bo neteweyîbûnê hene û erke me jî ev e. Ji bo azadiya vî gelî û parastina jiyana civakê em tevbigerin. Em hemû kes dikarin ji bo avakirina Kobanê erkên xwe bi cih bînin. Baweriya me heye ev deleagsayon dê piştgiriyekî mezin pêk bîne."

'AKTORÊ ROJHILATA NAVÎN KURD IN'

Endamê KNK'ê Refîk Gafur jî diyar kir ku şerê pêk hatî bi xwe re hilweşandinekî gelek mezin çêkir. Gafur anî ziman ku divê mirov pirsên çima Kobanê? bipirse û wiha got: "Berxwedana Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şikandin. Ev yek jî bû sedema DAIŞ hêz xwe winda bike. Kobanê gelê Kurd rakir serpiyan. Hemû cîhanê dît ku piştî Musil, Şengal û herêmên din Kobanê ye. Tu hêzan xwe li ber çeteyan negirt lê li Kobanê wisa nebû. Êdî aktorê Rojhilata Navîn Kurd in. Berxwedana Kobanê ev yek îspat kir. Kurdistan bûye du serdem. Yek berî Kobanê yek jî piştî Kobanê. Divê gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne. Ev konferans konferansekî neteweyî ye."

'PÊŞMERGE Û GERÎLA LI KOBANÊ Û BAŞÛR ERKA XWE YA NETEWEYÎ PÊK ANÎN'

Parlamenterê Başûr Elî Xebur jî serkeftin ji konferansê xwe û wiha got: "Kurdistan îro di rojên gelek girîng re derbas dibin. Heke Kurd yek bin û rêxistina xwe ava bikin wê ber bi serketinê ve biçin. Lê heke Kurd yekîtiya xwe pêk neynin û ji hev veqetin û alîkariya hev nekirin dê weke berê têk biçin û azad nebin. Em komkujiyên enfalê dîtin û gelek kesan digot êdî dawîbûna Kurdan hat. Em komkujiya Şengalê dît. Em dorpêça Kobanê dît. Li Kobanê qedera kurdan hat diyarkirin. Berê digotin ev qedera kurdan e. Lê piştî berxwenda Kobanê ev yek guherî. Hêzên piştî çeteyên DAIŞ'ê Kurdistan kirin qada şerekî gelek dijwar. Kobanê numineyekî mezin e. Bû mînak êdî. Kurd dê birayra xwe bidin. Li bajarî jî şerekî mezin çêbû. Li başûr jî şerekî mezin çêbû û ligel vê yekê dorpêça aborî ya hikûmeta navendî pêk hat. Pêşmerge û gerîla li başûr şer kirin û erkê xwe yên neteweyî bi cih anîn. Pêşmerge li Kobanê jî heman tişt kir. Em Kurd pişta hev bigirn tiştekî exlaqî ye. Ji bo avakirina Kobanê jî divê hemû kes ya ji destê wan tê bike û em ê alîkar bikin. Du biryarên girîng ji meclîsê herêmê derketin. Yek piştgiriya kantonan bike bû. Ya duyemîn jî pêşmenger biçe aliyara birayên xwe yên Kobanê bû. Yekîtiya Kurdan yekemîn care li Kobanê pêk tê. Li Kobanê jinên Kurd ên digotin neşên biryarê bidin, bi berxwedana nîşan dayîn ev nêrîn ji holê rakirin û xwe fida kirin û bû sembola berxwedana mirovaniyê. Hemû partiyên Kurd wê êdî yekîtiya xwe mezin bikin. Divê hîzbên Kurd dest ji berjevediyên xwe ber bidin û li dora berjevendiyên neteweyî bên cem hev. Em dî rojên dîrokî re derbas dibin. Kurd nêzî serxwebûnê ne. Ev yek jî ji yekîtiyê re derbas dibe. Em amade ne ku alîkariya Kobanê bikin. Kobaniya we serbilê me bilind kir. Konferans ji hemû Kurdan re pîroz be."

Piştî axaftinan sinevîzyona têkildarî Kobanê de hate temaşekirin.