Li Nepalê hejmara miriyan zêde dibe, pêwîstîya bi alîkariyê zêde ye

Di erdheja roja Şemiyê ya Nepalê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran mirov birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye, 6 hezar û 500 kes birîndar bûne.

Di erdheja roja Şemiyê ya Nepalê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran mirov birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye, 6 hezar û 500 kes birîndar bûne. Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku li herêma karesatê rû daye, di nav 100 kîlometreyî de herî kêm 6 mîlyon mirov bandor bûne. Ji bo alîkariya ji erdhejzedeyan re rêxistinên navneteweyî xebatan dimeşînin, rêxistinên civaka sîvîl jî banga alîkariyê kirin.

Her wiha hat ragihandin ku pêwîstî bi kesên dilxwaz ên karibin biçin herêmê û alîkariya erdhejzedeyan bikin heye. Lê hat diyarkirin ku pêwîst e kesên dilxwaz perwerdekirî bin.

Nûnerê Xaça Sor, diyar kir ku alîkariyên ekonomîk ji bo herêmê pir pêwîst in. Nûner got ku armanca wan a sereke dîtina kesên ji erdhejê rizgar bûne û tedawîkirina wan e.

Hat destnîşankirin ku pêwîstî bi kelûpelên tibî jî hene, di heman demê de pêwîstiyên cih û pêdiviyên zad û qut zêde bûne.

Ji roja Şemiyê ve bi deh hezara Nepalî ji ber erdhejên biçûk an jî xaniyên wan hilweşiyane li der ve radizên. Ava vexwarinê û xwarin jî pirsgirêkeke cidî ye.