Namzetên HDP'yî malbata Sakîne Cansiz ziyaret kirin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Îzmîrê, malbata Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin, ziyaret kirin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Îzmîrê Muslum Dogan, Eylem Yildiz û Suleyman Gunduz, dê û bavê ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin, ziyaret kirin.
'EM BI SER KETIN'
Bav Îsmaîl Cansiz di serdanê de ji namzetan ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê serketin xwest û got, "HDP êdî partiyeke girseyî ye; ji her ziman û olî mirov di nav de hene. Bû partiyeke ji gelek reng û dengan. Bi HDP'ê re mirov êdî zimanekî hevpar bikar tînin. Bikaranîna vê zimanê hevpar, we û me bi hev re bi se xistin."
Dayik Zeynep Cansiz jî bîranînên Sakîne Cansiz ji namzetan re got.