Ji KCD’ê banga ji bo mîtînga 1’ê Gulanê ya li Êlihê

KCD'ê ji bo tevlîbûna mîtînga 1'ê Gulanê ya wê li Êlihê pêk bê bang li hemû kedkaran kir ku tevlî bibin kir.

KCD'ê ji bo tevlîbûna mîtînga 1'ê Gulanê ya wê li Êlihê pêk bê bang li hemû kedkaran kir ku tevlî bibin kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî mîtînga 1'ê Gulanê ya wê li Êlihê pêk bê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Diwana KCD'ê, Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Kedê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bin. Endama Diwana KCD'ê Salîha Aydenîz daxuyanî xwend û diyar kir ku divê hemû karker li hemberî hişmendiya ezezî ya li Tirkiyeyê bi reng, xweseriya xwe, xwe rêxistin bikin û wiha got: "Kedkar û karker hê ji aliyê pergalê ve tên mêtin, di şertên gelek dijwar û bê ewlehî de tên xebitandin."

Aydenîz anî ziman ku di destpê de 1'ê Gulanê li hemberî mêtingeriyê têkoşîna kedê derket holê lê êdî tenê ya karker û karmendan na cejna hemû derdorên civakê yên tên tepisandin e û wiha axivî: "Divê ruhê 1'ê Gulanê bi karker, kedkar, jin û ciwanan bi hev re bi rola demokrasiyê bibe yek û bi coşa Newrozê di 7'ê Hezîranê de xwe nîşan bide."

Aydenîz da zanîn ku ew ê di 1'ê Gulanê de bi tevlîbûna gelek bajarên din li Êlihê mîtîngê li dar bixin. Aydenîz bilêv kir ku ew ê bi mîtînga li dar bixin 1'ê Gulana Taksîmê silav bikin û bang li hemû kesî kirin ku tevlî mîtîngê bibin.