Pêşmergeyên li Kobanê vedigerin Başûr
Pêşmergeyên ku bi armanca piştgiriya berxwedana dîrokî hatibûn Kobanê, vedigerin Başûrê Kurdistanê.
Pêşmergeyên ku bi armanca piştgiriya berxwedana dîrokî hatibûn Kobanê, vedigerin Başûrê Kurdistanê.
Pêşmergeyên ku bi armanca piştgiriya berxwedana dîrokî hatibûn Kobanê, vedigerin Başûrê Kurdistanê.
Pêşmergeyên rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku di 30’ê Cotmeha 2014’an de di ser BakUrê Kurdistanê hatibûn û di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Herêma Kobanê bibûn, piştî bidawîbûna erka wan, vegeriyan Başûr. Pêşmerge şevê din saet di 23.00’yan de di Deriyê Sînor ê Murşitpinarê re derbasî BakUr bûn û ji wir jî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.
Pêşmergeyên ku hejmara wan 150 bû, heta niha wekî 4 ekîban hatibûn Kobanê. Ekîba yekemîn di 30’ê Cotmeha sala 2014’an, ekîba duyemîn di 2’yê Kanûna sala 2014’an, ekîba sêyemîn jî di 15’ê Çileya sala 2015’an û ya çaremîn jî di 27’ê Sibata sala 2015’an de derbasî Herêma Kobanê bibû.