Komîteya Rêveber a PKK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û got, "Li dora paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, têkoşîna sosyalîzma demokratîk li dijî kapîtalîzm, endustiyalîzm û dewletparêziya netewe; civaka exlaqî-polîtîk, aboriya ekolojîk a komunal û rêxistinbûyîna civakeke konfederal a demokratîk esas digire. Lewma ji bo bersivdayîna li pirsgirêkên civakî yên heyî, yekane rêya rizgariyê ye."
Komîteya Rêveber a PKK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, ku piştevanî, têkoşîn û yekîtiya gelan, karker, kedkar û hemû derdorên civaka demokratîk ên li derveyî desthilatdariyê ne îfade dike, pîroz kir.
Di daxuyaniya li malpera înternetê ya fermî ya PKK'ê de hat weşandin hat gotin, "Kapîtalîzma hov ku nûnerê dawî yê kevneşopiya şaristaniya desthilatdarîparêz-dewletparêziyê ye, bi awayekî rojane tê dîtin ku bi hêrsa xwe ya kara bilindtirîn û desthilatdariyê re ne tenê takekesan tevahiya mirovahiyê û xwezayê bêhêz dike. Em vê yekê rojane dibînin, dibihîzin û di nav de dijîn. Ji ber vê polîtîkayê, di serî de li Rojhilata Navîn li dehan nuqteyên cuda yên cîhanê şerên bihevketina gelan diqewimin. Di tevahiya rêveçûna dîrokê de, ti serdemeke ku nirxên çandî, exlaqî û moralê yên civakê ewçend binpê bûye, nehatiye dîtin. Ji bilî komek ji mirovan, tevahiya civak di nava lepên xizanî û bêçaretiyê de dinale. Ne tenê talankirina mirov û nirxên mirovan, talana xwezayê û mezinahiya zerara derketiye holê, cîhana me ku mala me ya herî mezin e ber bi karesata ekolojîk ve dehf dide. Ev hilweşîn, bi destpêkirina pêşbirka çekên kîmyewî û nukleer-biyolojîk ên dewletan re gihaştiye wê astê ku mirovahî, her wiha tevahiya ruhberên li gerstêrka me dijîn, gelek caran karibe ji holê rake."
PKK'ê got, "Di vê tabloya derketiye holê de, ne yekser be jî para me hemûyan tê de heye" û di dewama daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir:
"Lewma aşkera ye ku tê xwestin karker û kedkarên beşeke girîng a civakê ne, bi gotinên sexte yên azadiyê re veguherin koleyên modern ên keda xwe difiroşin. Li aliyekî, di şert û mercên xebatê yên giran ên ku jiyana mirovan tine tê hesibandin de, ked tê xwarin û talankirin. Li aliyê din jî, tê xwestin ku lêgerîna li maf û rêxistinêbûyînê, carna bi mewzûatên kirasê qanûnî lê hatine kirin re, carna bi zora polîs-leşker-patron re, carna jî bi polîtîkaya bêkar hiştinê re karker û kedkar werin terbiyekirin. Beşeke girîng a civakê nikare mafê xwe yê bi keda xwe diafirîne bi dest bixe û tevî vê yekê di bin navê bêkariyê de mûxtacî alîkariyê tê hiştin û tê xizankirin. Bi xizanî û bêkariyê re, weke polîtîkayeke bi zanebûn bêkedî, bêhilberînî tê afirandin û tê xwestin ku civak bikeve rewşeke ji bo alîkariyê her tim destê xwe li ber dewlet-desthilatdariyê vedike. Di serî de dewlet-desthilatdariyên li parçeyên Kurdistanê serdest in, xeyala hemû serdestên cîhanê ne jiyaneke civakî ya demokratîk, azad û wekhev e. Xeyala hemûyan civakeke xizan û hewcedar e.
'YEKANE RÊYA RIZGARIYÊ TÊKOŞÎNA SOSYALÎZMA DEMOKRATÎK E'
Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku tê xwestin çavtirsî, bêbawerî û bêhêvîtî li cîhana ruhî ya mirovan werin bicihkirin de, ji bo pêngavên mezin ên şoreşgerî jî hemû şert û merc guncaw in. Şoreşa Rojava û serketina Kobanê careke din nîşanî me hemûyan da ku yekane rêya rizgariya gelan têkoşîn e. Li dijî xeteriya tinebûna nirxên madî û manewî yên mirovahiyê, Sosyalîzma Demokratîk a bi şiyara 'Di sosyalîzmê de israr di mirovahiyê de israr e' li ser navê mirovahî, azadî û wekheviyê yekane rêya rizgariyê ye. Li dora paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, têkoşîna sosyalîzma demokratîk li dijî kapîtalîzm, endustiyalîzm û dewletparêziya netewe; civaka exlaqî-polîtîk, aboriya ekolojîk a komunal û rêxistinbûyîna civakeke konfederal a demokratîk esas digire. Lewma ji bo bersivdayîna li pirsgirêkên civakî yên heyî, yekane rêya rizgariyê ye.
Ji ber vê yekê, di serî de rêxistin, tevger, sazî û derdorên şoreşger eger hemû beşên civaka demokratîk di têkoşîna Sosyalîzma Demokratîk de ji her demê bêhtir bi hêvî, bawer û biryardar be, wê serketin bi dest bikeve. Di têkoşîna li dijî kapîtalîzmê de zindîbûna hêviyê, tûjbûna baweriyê û bilindbûna biryardariyê wê 1'ê Gulanê bêhtir watedar bike."
Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Bi vê bîr û baweriyê em roja piştevanî, yekîtî û têkoşînê 1'ê Gulanê li hemû derdorên civaka demokratîk ên li dijî şaristaniya dewletparêz û sîstema kapîstalîst in, careke din pîroz dikin. Li ser navê PKK'ê em bi awayekî zelal dibêjin, mîna heta roja îro ji niha û pê ve jî em ê di têkoşîna Sosyalîzma Demokratîk de di asta pêşengiyê de bi berpirsyariyên xwe rabin. Bi vê biryardariyê re em hemû şehîdên şoreşa cîhanê bi mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi bîranînên wan re dilsoz bin û îdalên wan bi ser bixînin."