Li Amedê cenazeyê mêrekî ku qirika wî hatiye jêkirin hat dîtin

Li navçeya Çermûg a Amedê cenazeyê mêrekî ku qirika wî hatiye jêkirin hat dîtin.

Li navçeya Çermûg a Amedê cenazeyê mêrekî ku qirika wî hatiye jêkirin hat dîtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li nêzî gundê Şêxler a Jêrîn a girêdayî Çermûgê cenazeyê mêrekî hatiye dîtin û gundiyan agahî daye cendermeyan.  Li cihê bûyerê lêkolîn hat kiririn û hat tespîtkirin ku cenaze aîdî Bulent Demîr ê 31 salî ye. Hat hînbûn ku wesayîta Bulent Demîr  a bi plakaya 21 DH 919 winda ye û cenaze ji bo otopsiyê şandin saziya Tipa Edlî ya Amedê.