Li Amed û Cizîrê vekirina buroyên hilbijartinê
Li Amed û Cizîrê di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de buroyên hilbijartinê yên HDP'ê hatin vekirin.
Li Amed û Cizîrê di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de buroyên hilbijartinê yên HDP'ê hatin vekirin.
Li Amed û Cizîrê di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de buroyên hilbijartinê yên HDP'ê hatin vekirin.
SUR
Namzetên HDP'ê yên Amedê bi xwarinekê Keya û Seyda re li qada seyranê ya Kervansarayê ku li ser rê ya Farqinê ya navçeya Surê ya Amedê hatin cem hev. Namzetên HDP'ê yên Amedê Nîmetullah Erdogmuş, Nursel Aydogan, hevşaredarên Surê, Hevseroka Rêxistina DBP'ê yê Amedê Hafîze Îpek, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Omer Onen, Keyayên taxên Surê, DÎVES û DIYAY-DER beşdarî bernameyê bûn.
Namzeta HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û diyar kir ku hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo wan girîng e û anî ziman ku li hember astengiyan wê HDP'ê benda hilbijartinê derbas bike. Namzetê HDP'ê ya Amedê Nîmettullah Erdogmus jî anî ziman ku roj roja yekîtiyê ye.
Piştî axaftinan derbasî tevlîbûna buroya hilbijartinê ya li taxa Kêbê ya navçeya Sur a Amedê bûn. Di vekirinê buroya hilbijartinê de Namzetên HDP'ê yên Amedê Nîmettullah Erdogmuş, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, Hevşarêdarê Surê Seyît Narîn û rêveberên HDP û DBP'î tevlî vekirina buroya hilbijatinê bûn. Li taxa ku buro lê hat vekirin, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HDP'ê hatin daliqandin. Bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Kobanê" hat berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin, namzetê HDP'ê ya Amedê Nîmetrullah Erdogmuş jî diyar kir ku ev hilbijartin hilbijartina gel e. Piştî axaftinan buro hate vekirin û derbasî tevlîbûna buroya hilbijartinê ya li Taxa Çariklî navçeya Sur a Amedê bûn.
PEYAS
Jinên Amedê buroya hilbijartinê ya Jinan vekir. Li navçeya Peyasê ya Amedê buro hat vekirin. Bi sedan kes tevlî şahiya vekirinê bûn. Jinên Amedî bi cil û bergên Kurdî yên kesk, sor û zer qada şahiyê xemilandin. Zarokên li qada şahiyê xwe bi kesk, sor û zer pêçan. Qada şahiyê ku bi alên HDP û KJA'yê xemiliyî bi çepik, tîlîlî û dirûşman şahî bi coştir kirin. Li pêşiya avahiya şahiyê posterên siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin daliqandin. Li ser deriyê buroyê pankarta "Em dikarin jiyana azad bi hev re ava bikin ji ber em ji sedî 50'î ne" hat daliqandin. Li qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Amed bi we serbilind e" hatin berzkirin. Namzetên HDP'ê yên Amedê tevlî vekirina bîroya hibijartinê ya jinan bûn. Jinên Amedî û namzetan bi hev re govend gerandin.
Hevseroka rêxistina HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku dayikên ku qehremanan diwelidînin wê di 7'ê Hezîranê de bendavan hilweşînin. Ozer destnîşan kir ku dê dayik li ser sindoqên hilbijartinê dersa AKP'ê bidinê.
Hevşaredara Kayapinarê Fatma Arşîmet diyar kir ku ew ê bi hêza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesên ku pêşiya gelê Kurd bendan datînin ji Amedê paqij bikin.
Namzeta HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca destnîşan kir ku AKP, MHP û CHP hemû bi hev re nikarin bi qasî HDP'ê namzetê jin derxin. Uca diyar kir ku li hemberî sê partiyan HDP mafê jinan diparêze. Uca destnîşan kir ku di hilbijartinên pêşiya me de dizan pişîkên reben sûcdar kirin lê vê carê nikarin hêza gel bi ti astengan bisekinîn.
Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan jî da zanîn ku ji beriya 20 salan navê jinê li erdnîgariya Kurdistanê tine bû. Bi keda Bêrîtan, Sakîne û Arînan ew gihiştin van rojan. Aydogan anî ziman ku ew ê bendavên ku desthilatdaran li pêşiya wan danîne bi bayê serketinê yê ji Kobanê û Şengalê hatî biruxînin.
Piştî axaftinan buro hat vekirin û şahî bi stranan berdewam kir.
CIZÎR
Li Cizîrê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de HDP'ê li Taxa Banê Xanê buroya 4'emîn vekir.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rêxistina HDP'ê û ya DBP'ê di çarçovaya xebatên hilbijartinê de buroya 4'emin bi şahiyekê li Taxa Banê Xanê (Konak) vekirin. Di vekirina buroyê de namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Hevserokê rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Alî Akdenîz, Hevserokê rêxistina DBP'ê ya Cizîrê Mesut Nart û gelek hemwelatî amade bûn. Girseya li ber avahiya buroya hilbijartinê kom bû piştî dirûşmên "Deng namûs e, namûsa xwe nefiroşe" bi tililiyên dayikan deriyê buroyê vekir.
Piştî buro hatiye vekirin Alî Akdenîz axivî û diyar kir ku divê gelê Cizîrê hemû bajaran bike qada serhildanê û mal bi mal ji bo bend hilweşandinê bigerin. Namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî destnîşan kir ku ew ji ber ku bûye namzetê Botanê gelek bi kelecane û bal kişand ser hilbijartinê. Bîrlîk da zanîn ku di vê hilbijartinê de ew dê dengê tililiyên dayikên kurd astekî bilindtir bigînin meclisê.
Piştî axaftinan girseyê govend girtin.