Nasnameyên 9 şervanên YPG’ê hatin aşkerakirin

Navenda Ragihandina YPG’ê nasanameya 9 şervanên YPG û YPJ’ê yên 23’ê Sibatê di berxwedana gundê Xêbiş a Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê nasanameya 9 şervanên YPG û YPJ’ê yên 23’ê Sibatê di berxwedana gundê Xêbiş a Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir.

Têkildarî mijarê Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragİhandina YPG’ê wiha ye: “Yekîneyên me bi vîn û îradeyek mezin ji bo êrîşên çeteyan vala derdixin û derbeyên giran li wan didin.

Di berxwedana hêzên me ku li dijî çeteyan li Til Temir a kantona Cizîrê dan nîşan dan hejmarek mezin ji çeteyan hatin kuştin û gelek cebilxaneyên çeteyan hate desteserkirin. 9 rêhevalên me bi vîneke mezin şer kirin û di pevçûnên meha Sibatê de rolek sereke girtine û gihiştin asta şehadetê.
Em wek YPG, YPJ’ê soza ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê rêya şehîdan bin nû dikin. Rêya parastina nirxên mirovahiyê heta azadiyê hedef digrin.ˮ

Nasnama şehîdan wiha ye:

Xidir Qatih bi nasnav  Aras Til Temir li  Til Temir ji dayik bûye di 23’ê Sibata 2014’an de li Til Temir – Xêbiş jiyana xwe ji dest daye.

Muhemed Muhemed bi nasnav Argêş Rojdem li Til Temir ji dayik bûye di 23’ê Sibata 2014’an de li Til Temir – Xêbiş jiyana xwe ji dest daye.

Meter Necîm bi nasnav Baran Til Temir li Hesekê ji dayik bûye di 23’ê Sibata 2015’an de li Til Temir – Xêbiş jiyana xwe ji dest daye.

Ebdullah Omer bi nasnav  Xebat Demhat li Til Temir ji dayik bûye di 23’ê Sibata 2015’an de li Til Temir – Xêbiş jiyana xwe ji dest daye.

Dicle Hemu bi nasnav Şîlan Berxwedan li Til temir ji dayik bûye di 23’ê Sibata 2015’an de li Til Temir – Xêbiş jiyana xwe ji dest daye.

Ezîz Îbrahîm bi nasnav Soro Artêş li Til Temir ji dayik bûye  di 23’ê Sibata 2015’an de li  Til Temir – Xêbiş  jiyana xwe ji dest daye.

Muhemed Izo bi nasnav  Ferhad Kobanê li Til Temir ji dayik bûye di 23’ê Sibata 2015’an de li Til Temir – Xêbiş jiyana xwe ji dest daye.

Muhemed Elizo bi nasnav Qasim Canfeda li Til Temir ji dayik bûye di  23’ê Sibata 2015’an de li Til Temir – Xêbiş jiyana xwe ji dest daye.

Rasd Ehmed bi nasnav Leys li Xirbet Şeîr ji dayik bûye di 23’ê Sibata 2015’an de li  Til temir – gundê Xêbiş  jiyana xwe ji dest daye.

...