Esnafên Heskîfê eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê dan

Namzetên HDP’ê yên Êlihê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de bi esnafên Heskîfê re hatin cem hev.

Namzetên HDP’ê yên Êlihê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de bi esnafên Heskîfê re hatin cem hev. Namzetan got: “Di 7’ê Hezîranê de wê her kes xwe azadtir û kêfxweştir hîs bike.”

Namzetên HDP’ê yên Êlihê Alî Atalan, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz li navçeya Heskîfê esnaf ziyaret kirin. Her wiha namzetê HDP’ê yê Semsûrê Mahmut Aslan, endamê HDP PM Osman Ergîn, rêveberên HDP û DBP’ê û hevşaredarên Êlihê ligel wan di serdanê de cih girtin.

KOMA KONYAYÊ GOT ‘DENGÊN ME JI HDP’Ê RE NE’

Di dema serdanê de di navbera esnaf û namzetan de diyalogên erênî hatin jiyîn. Namzetên eleqeyek mezin dîtin, li vir pirsgirêkên esnafan guhdar kirin. Komeke turîst ên Konyayê ku hatibû serdana warên dîrokî yên Heskîfê gotin ‘Vê carê dengên me ji HDP’ê re ne’.

Namzetan di axaftinan de diyar kirin ku wê piştî 7’ê Hezîranê her kes zêdetir xwe azad û kêfxweş hîs bike. Piştre namzet beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn.