Ji ciwanan çalakiya 'kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn'
Endamên Ciwanên Azad ên li paytexta Fransa Parîsê, di çarçoveya kampanya 'kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn' de li Meydana Repûblîqûe saet di navbera 16:00 - 19:00 de standa agahdarkirinê vekirin.

Di çalakiya ku gelek ciwana ziyaret kirin de bal hat kişandin ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.
Di çalakiyê de tevî belavokên li ser pêvajoyê, broşurên bi zimanê Fransî yên li ser HDP'ê hatin belavkirin. Standê li eleqeyeke mezin rast hat. Çalakgeran bi belavok û sohbeta bi welatiyan re destnîşan kirin ku HDP projeyeke hêviyê ye. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bûn.
Endamên Ciwanên Azad ên li Parîsê dan xuyakirin ku ew ê ji bo serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de li qadan bin û HDP'ê bi cîhanê re bidin naskirin.